Nehêlin Hizkirina We Sar be
“Ji dest zêdebûna neheqiyê hizkirina geleka wê sar be” (MET. 24:12).
1, 2. a) Giliyên Îsa ji Metta 24:12, berê ewlin derheqa kê bûn? b) Kitêba Karên Şandiya ça dide kifşê, ku heçî zef Mesîhiya hizkirina xwe xwey kirin? (Binihêre şiklê ewlin.)
ÇAXÊ Îsa ser erdê bû, ewî got ku nîşana “axiriya vê dinyayê” usa jî ew e, ku “hizkirina geleka wê sar be” (Met. 24:3, 12). Û Cihûyên qirna yekêda, yên ku xwe cimeta Xwedê hesab dikirin, hîştin ku hizkirina wan hindava Xwedê sar be.
2 Lê wî wedeyî, heçî zef Mesîhî bi xîret “mizgînî didan û hîn dikirin” derheqa Mesîh. Wana hindava xûşk-bira û nebawera jî hizkirin didane kifşê. Ewan Mesîhiya qayîm Xwedê hiz dikirin (Kar. Şand. 2:44-47; 5:42). Lê yazix, hizkirina hine Mesîhiyên qirna yekêda sar bû.
3. Çi dikare bibe menî ku hizkirina Mesîhî sar be?
3 Derheqa Mesîhiyên Efesîda yên qirna yekê, Îsa got: “Gazineke min li te heye, ku tu mîna berê min hiz nakî” (Eyan. 2:4). Gelo çi dikaribû bibûya meniya vê yekê? Diqewime ewana ketibûn ber bayê wan meriva, yên ku tenê derheqa xwestinên xwe difikirîn (Efes. 2:2, 3). Qirna yekêda şeherê Efes xirabiyêva tije bû. Ew şeherê dewletî bû. Merivên wêderê tenê difikirîn, ku ça bi jîyîna rihet bijîn û pey hebûkê diketin. Xêncî wê yekê, meriv li wêderê tiştên necayîz û bênamûsî dikirin. Ewana xwehiz bûn û dibeke lema jî hizkirina wan hindava Xwedê û meriva kêm bû.
4. a) Îro çawa hizkirina geleka sar bû? b) Kîjan sê derecada hizkirina me dikare bê cêribandinê?
4 Îro em divînin ku pêxembertiya Îsa ça tê sêrî. Hizkirina gelek meriva sar bûye. Hizkirina wan hindava Xwedê hê kêm û kêm dibe. Bi mîlyona meriv pişta xwe didine Xwedê, û xwe dispêrin teşkîletên meriva, çimkî hîviyê ne wekî ewana wê çetinayên însanetê safî kin. Belê, merivên ku Xwedê Yehowa nahebînin, hizkirina wan çiqas diçe sar dibe. Lê çawa ku serhatiya civata Efesî dide kifşê, îro Mesîhiyên amin jî dikarin bibine xwerazî û hizkirina wan sar be. Vê gotarêda emê şêwir kin ku kîjan sê derecada hizkirina me dikare bê cêribandinê: 1) Hizkirin hindava Yehowa, 2) hizkirin hindava rastiya Kitêba Pîroz, 3) hizkirin hindava xûşk-bira.
HIZKIRIN HINDAVA YEHOWA
5. Çira em gerekê Xwedê hiz bikin?
5 Îsa da kifşê ku diha zef em gerekê Xwedê hiz bikin. Ewî got: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’. Ev e temiya pêşin û here mezin” (Met. 22:37, 38). Çaxê em qayîm Xwedê hiz dikin, ew yek alî me dike gura temiyên wî bikin, qewî bimînin û xirabiyê nefret kin. (Bixûne Zebûr 97:10.) Lê Şeytan û dinya wî her tiştî dikin seva hizkirina me hindava Xwedê kuta kin.
6. Kêmasiya hizkirina hindava Xwedê çi axirî anî?
6 Ew dinya, hizkirinê nerast dide kifşê. Meriv ne ku Efirandar hiz dikin, lê xwe hiz dikin (2 Tîmt. 3:2). Ewana “dilhavijî, çevhavijî û kubar-babaxî” didine kifşê (1 Yûhn. 2:16). Pawlosê şandî Mesîhî pêşda şîret kirin, wekî nekevine bin bayê xwestina bedenê. Ewî gote wan: “Axiriya fikira binyata merivayê mirin e . . . Çimkî fikira binyata merivayê dijminê Xwedê ye” (Rom. 8:6, 7). Merivên ku emirê xweda tenê pey hebûkê yan jî xwestinên sêksûalî dikevin, axiriyêda rastî gelek kul-derda tên û bextewar nînin (1 Korn. 6:18; 1 Tîmt. 6:9, 10).
7. Mesîhiyên îroyîn ji çi gerekê xwe dûr bigirin?
7 Gelek atêîst, agnostîk û yên ku êvolûsyayê bawer dikin, ne ku tenê hizkirina hindava Xwedê kuta dikin, lê hela hê baweriya hindava wî jî. Ewana dibêjin ku tenê merivên serhişk û dilsax Efirandar bawer dikin. Xêncî vê yekê, gelek meriv zandara usa rûmet dikin, ku îda dîna xwe nadin ser Efirandar (Rom. 1:25). Em gerekê miqatî xwe bin wekî guhê xwe nedine wan fikirên meriva, çimkî em dikarin ji Yehowa dûr kevin û hizkirina me hindava wî sar be (Îbrn. 3:12).
8. a) Çira cara em dilteng dibin? b) Zebûr 136 çi berdiliyê dide me?
8 Vê dinya Şeytanda, gelek tişt hene ji bo çi jî em dikarin dilteng bin. Lê hergê em gelek dilteng bin û berxwe kevin, baweriya me dikare sist be û hizkirina me hindava Xwedêda sar be (1 Yûhn. 5:19). Diqewime em seva kalbûn-pîrbûnê, sihet-qewata xirab, yan jî seva çetinayên perava girêdayî bîna xwe teng dikin. Yan jî diqewime em berxwe dikevin çimkî em hîviya tiştekî bûn, lê ew yek nehate sêrî. Dibeke dilê me dişkê, çimkî çi ku em dixwazin bikin nikarin bikin. Firqî tune em rastî çi çetinaya tên, em gerekê tu car nefikirin wekî Yehowa em hîştine, lema em wan kul-derda dikişînin. Yehowa dibêje wekî hizkirina wî hindava me kuta nabe. Ew giliyên şîrin em dixûnin Zebûr 136:23-da, kîderê tê gotinê: “Yê belengazîya meda me bîr tîne, çimkî huba wî heta-hetayê ye”. Belê, Yehowa me hertim hiz dike. Lema jî dudilî nebin wekî ew guhê xwe dide ser “zarînîya” me û caba duayên me jî dide (Zeb. 116:1; 136:24-26).
9. Pawlos bi saya çi hizkirina xwe hindava Xwedê xwey kir?
9 Mîna zebûrbêj, Pawlos jî kûr difikirî ku Yehowa ça alîkariyê dide wî, û lema jî ewî tengasiyada sebir kir û qewî ma. Pawlos nivîsî: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?” (Îbrn. 13:6) Pawlos tu car dudilî nedibû wekî Yehowa wî hiz dike û bona wî xem dike, lema jî gava ew rastî tengasiya dihat, baweriya xwe hindava Xwedê unda nedikir. Ewî nedihîşt wekî ew çetinayî wî bişkênin. Mesele, çaxê ew kelêda bû, ewî çend neme nivîsî seva dil bide xûşk-birên civatêda (Efes. 4:1; Fîlî. 1:7; Filimn. 1). Belê, hela hê halê xirabda jî ewî qayîm Xwedê hiz dikir. Lê gelo ewî ew qewat ji ku distand? Ewî xwe disparte “Xwedêyê hemû berdiliyê”, yê ku “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korn. 1:3, 4). Lê ça em dikarin çev bidine Pawlos û hizkirina xwe hindava Yehowa qewî xwey kin?
Nîşan kin Yehowara ku hûn wî hiz dikin (Binihêre abzasa 10)
10. Em ça dikarin hizkirina xwe hindava Yehowa qewî xwey kin?
10 Pawlos got ku çi dikare alî me bike, wekî hindava Yehowa hizkirina qewî xwey kin. Ewî xûşk-birên Têsalonîkîra nivîsî: “Her gav dua bikin”. Paşê ewî dîsa ew gilî Romayara wekiland (1 Têsln. 5:17; Rom. 12:12). Çaxê em duada tevî Yehowa xeber didin, dostiya me tevî wî qewî dibe (Zeb. 86:3). Yehowa “dua dibihê”. Û gava em Bavê xweyî ezmanara dilê xwe vedikin, em hê nêzîkî wî dibin (Zeb. 65:2). Xêncî vê yekê, çaxê em divînin ku Yehowa ça caba duayên me dide, em hê qayîm wî hiz dikin. Û em bawer dikin wekî Yehowa “nêzîkî wan hemûya ye kîjan gazî wî dikin” (Zeb. 145:18). Hergê em dudilî nîbin ku Yehowa me hiz dike û alî me dike, emê bikaribin ber tengasiyên giran jî teyax kin.
HIZKIRIN HINDAVA RASTIYA KITÊBA PÎROZ
11, 12. Em ça dikarin rastiya Kitêba Pîroz qayîm hiz bikin?
11 Em çawa Mesîhî rastiyê qîmet dikin û hiz dikin. Xebera Xwedê ew heye kaniya rastiyê. Duada Îsa bavê xwera giliyên usa got: “Xebera te rastî ye” (Yûhn. 17:17). Seva ku rastiyê hiz bikin, em gerekê Xebera Xwedê rind bizanibin (Kols. 1:10). Lê tenê zanebûn bes nîne. Zebûra 119 alî me dike fem bikin, ku çi tê hesabê rastiyê hiz bikin. (Bixûne Zebûr 119:97-100.) Emê karê bistînin hergê çi ku em Kitêba Pîrozda dixûnin, temamiya rojê kûr ser bifikirin. Û gava em bivînin ku em kareke çiqas mezin distînin çaxê prînsîpên vê didine xebatê, emê Kitêba Pîroz diha hiz bikin.
12 Zebûrbêj usa jî got: “Xebera te çiqas şîrin e gewrîya minda, ew ji hingiv zêdetir e devê minda” (Zeb. 119:103). Mîna zebûrbêj, em jî dikarin tem kin xwarina ruhanî ku em ji teşkîleta Xwedê distînin. Gava em xwarina ruhanî lêkolîn dikin, ew “gotinên xweş” ji Kitêba Pîroz bîra meda dimînin. Paşê em ewan gotina dikarin bidine xebatê wekî alî meriva bikin (Waîz 12:10).
13. Çi alî Yêremya kir ku ewî rastiya Xebera Xwedê hiz kir, û ew yek ça ser wî hukum bû?
13 Yêremya pêxember rastiya Xebera Xwedê hiz dikir. Dîna xwe bidinê ça giliyên Xwedê ser dilê wî hukum bûn. Ewî got: “Gotinên te hatin dîtin û wan xwarim û gotinên te minra bûn kêfxweşî û dilê minra bûn şabûn; ji ber ku ez bi navê teva tême bang kirin, ya Xwedayê artêşan Xudan” (Yêrem. 15:16). Yêremya bi sîmbolîk got ku ewî gotinên Xwedê xwar, dêmek kûr difikirî ser. Ewî giliyên Xwedê qîmet dikir û ji Yehowa razî bû ku navê Xwedê ser wî ye. Hergê em jî rastiya Kitêba Pîroz hiz dikin, emê qîmet kin ewî qedirî ku navê Xwedê ser me ye û hêlan bin wan rojên axiriyêda mizgîniya Padşatiyê bela kin.
Xebera Xwedê hiz bikin (Binihêre abzasa 14)
14. Ça em dikarin rastiya Kitêba Pîroz diha zef hiz bikin?
14 Xêncî xwendina Kitêba Pîroz û edebyetên me, dîsa hene tişt ku dikarin alî me bikin wekî rastiyê hiz bikin. Mesele, çaxê em timê têne ser civatê, hizkirina me hindava Kitêba Pîroz hê zêde dibe, çimkî wêderê Yehowa me hîn dike. Her heftî bi saya jûrnala “Birca Qerewiliyê” em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin û ew heye yek ji mêtodên sereke bi kîjanî em têne hînkirinê. Seva ku em ji wan gotara bi temamî karê bistînin, em gerekê bona hînbûna “Birca Qerewiliyê” xwe pêşda hazir kin. Mesele, em dikarin hemû rêzên ku “Birca Qerewiliyêda” têne dayînê, bixûnin. Em dikarin “Birca Qerewiliyê” ji malpera jw.org yan jî ji kitêbxana me “JW Library app” bikişînin, kîjan ku ser gelek zimana heye. Bi hine formatên elektronîk diha hêsa ye her gotarekêda rêza vekin. Firqî tune em kîjan mêtodê jî bidine xebatê, hizkirina me hindava rastiya Kitêba Pîroz wê qewî be, hergê em wan rêza bixûnin û kûr ser bifikirin. (Bixûne Zebûr 1:2.)
HIZKIRIN HINDAVA XÛŞK-BIRA
15, 16. a) Li gora Yûhenna 13:34, 35, çi borcdariya me heye? b) Çi cûreyî hizkirina me hindava xûşk-bira girêdayî ye tevî hizkirina me hindava Xwedê û Kitêba Pîroz?
15 Îsa roja xweye paşin ser erdê, gote şagirtên xwe: “Ez temîke nû didime we: Hevdu hiz bikin. Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin. Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:34, 35).
16 Hizkirina me hindava xûşk-bira girêdayî ye tevî hizkirina me hindava Yehowa. Nabe ku em tenê xûşk-bira yan jî tenê Xwedê hiz bikin. Yûhennayê şandî got: “Ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhn. 4:20). Xêncî vê yekê, hizkirina me hindava Yehowa û xûşk-bira, girêdayî ye tevî hizkirina me hindava Kitêba Pîroz. Gelo çi cûreyî? Hizkirin hindava Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî temiyên ku têda hene bînin sêrî, dêmek Xwedê û xûşk-bira hiz bikin (1 Pet. 1:22; 1 Yûhn. 4:21).
Xûşk-bira hiz bikin (Binihêre abzasa 17)
17. Ça em dikarin xûşk-birara nîşan kin ku em wana hiz dikin?
17 Bixûne 1 Têsalonîkî 4:9, 10. Ça em dikarin xûşk-birara nîşan kin ku em wana hiz dikin? Mesele, em dikarin xûşk yan birên emirda mezin bivine civatê. Yan alîkariyê bidine xûşkên bî, mesele mala wanda tiştekî çêkin û teze kin (Aqûb 1:27). Usa jî cahil û yên emirda mezin dikarin alîkariyê bidine wan xûşk-bira, yên ku tengasiyêda nin, yan ketine dêprêsiyê. Em gerekê kêleka wan xûşk-bira bin, wana qewî kin û ber dilê wanda bên (Metlk. 12:25; Kols. 4:11). Belê, gava em bi giliya û bi kirên xwe xûşk-birara hizkirinê nîşan dikin, em îzbat dikin wekî em xem dikin bona “neferêd mala Xwedê” (Galt. 6:10).
18. Çi wê alî me bike wekî em tevî xûşk-bira li hev bên?
18 Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “rojêd axiriyêda” meriv wê bibine xwehiz û tima (2 Tîmt. 3:1, 2). Lema jî em gerekê miqatî xwe bin, seva hizkirina xwe hindava Xwedê, rastiya Kitêba Pîroz û hindava hevdu unda nekin. Cara dibeke em û xûşk-bira hev fem nekin. Lê çimkî em wana hiz dikin, em tevî wan li hev tên û ew yek civatêra kerema tîne (Efes. 4:32; Kols. 3:14). De were em tu car nehêlin wekî hizkirina me sar be! Bira hizkirina me hindava Yehowa, Xebera wî, û xûşk-birada tu car kuta nebe.