Çi Em Dikarin Hîn bin ji Xebera Xwedê?
Roja îroyîn Xwedê tevî me xeber dide bi Kitêba Pîroz. Ew me hîn dike ça gerekê bijîn wekî bextewar bin, usa jî wekî qebûlkirina wî bistînin. Kitêba Pîroz usa jî caba wan pirsa dide, yêd ku jêrê nivîsar in:
ÇAWA BIVÎNIN RÊZÊD JI KITÊBA PÎROZ
Kitêba Pîroz bi 66 kitêba hatiye topkirinê. Ew hate parevekirinê li ser du para: Nivîsarêd Îbraniya (“Peymana Kevin”) û Nivîsarêd Yûnaniya, yanê Mizgînî (“Peymana Nû”). Her yek ji wan 66 kitêba tê parevekirinê li ser seriya û rêza. Çaxê edebyetêda rêzek ji Kitêba Pîroz nivîsar e, paşî navê kitêbê hesaba pêşin ew serî ye, paşê jî tê kifşkirinê rêz. Mesele, Destpêbûn 1:1, tê hesabê kitêba Destpêbûn serê 1 rêza 1.