PIRSA 1
Kî ye Xwedê?
“Bila bi vê yekê, bizanibin ku navê te, Yahowa ye! Û yê ku li ser tevahiya gerdûnê herî bilind e, tenê tu yî!”
(Zebûr 83:18, AB).
“Fem bikin û bizanibin ku Yahowa, Xwedê ye. Em bi xwe çênebûn û yê ku em efirandine, ew e, û em yêd wî ne”
(Zebûr 100:3, AB).
“Ez Xudan im . . . û ezê rûmeta xwe nedim yekî din û pesinê xwe nedim pûtêd qewartî”
(Îşaya 42:8).
“Kî gazî navê Xudan [Yahowa, DT] ke, wê xilaz be”
(Romayî 10:13).
“Femdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye”
(Îbranî 3:4).
“Çevêd xwe berbi jor verakin û bibînin, ka kî vana efirand; ew ku, artêşên vana [steyrka] bi hejmaranva derdixîne; bi navêd wan bangî gişka dike; ji berya meziniya qudreta xwe û bi zora hêza xwe yek jî ji wan qet kêm nabe”
(Îşaya 40:26).