PIRSA 19
Em çi pêdihesin ji cûre-cûre kitêbêd Kitêba Pîroz?
NIVÎSARÊD ÎBRANÎ (“PEYMANA KEVIN”)
TEWRAT (5 KITÊBÊD MÛSA):
Destpêbûn, Derketin, Qanûna Kahîntiyê, Jimar, Qanûna Ducarî
Ji efirandinê, heta sazbûna cimeta Îsraêl
KITÊBÊD DÎROKA (12 KITÊB):
Yêşû, Hakimtî, Rût
Cîwarbûna Îsraêlê di Erdê Sozdayîda û qewimandinêd paşî cîwarbûnê
1 û 2 Samûyêl, 1 û 2 Padşatî, 1 û 2 Dîrok
Dîroka cimeta Îsraêlê pêşiya hilşandina Orşelîmê
Ezra, Nehemiya, Ester
Dîroka Cihûya paşî wegerandina ji dîltiya Babîlonê
KITÊBÊD KU BI ŞÊRA HATINE NIVÎSARÊ (5 KITÊB):
Îbo, Zebûr, Metelok, Waîz, Sitranêd Silêman
Gotinêd bîlanî û kilam
KITÊBÊD PÊXEMBERTIYÊ (17 KITÊB):
Îşaya, Yêremya, Lûrînêd Yêremya, Hezeqêl, Daniyêl, Hoseya, Yowêl, Amos, Obadya, Ûnis, Mîxa, Nehûm, Hebaqûq, Sêfanya, Hagay, Zekerya, Malaxî
Pêxembertî, yan pêşgotin, derheqa cimeta Xwedê
NIVÎSARÊD YÛNANÎ (“PEYMANA NÛ”; “MIZGÎNΔ)
ÇAR KITÊBÊD PÊŞINE JI PEYMANA NÛ (4 KITÊB):
Metta, Marqos, Lûqa, Yûhenna
Derheqa emirê Îsa û qulixkirina wî
KARÊD ŞANDIYA (KITÊBEK):
Dîrok derheqa sazbûna civata Mesîhîtî û derheqa şixulê dannasînkirinê
NEME (21 KITÊB):
Romayî, 1 û 2 Korintî, Galatî, Efesî, Fîlîpî, Kolosî, 1 û 2 Têsalonîkî
Neme cûre-cûre civatêd Mesîhîtîra
1 û 2 Tîmotêyo, Tîto, Filîmon
Neme bona xût hine Mesîhiya
Îbranî, Aqûb, 1 û 2 Petrûs, 1, 2, û 3 Yûhenna, Cihûda
Nemêd bona hemû Mesîhiya
EYANTÎ (KITÊBEK):
Dîtinok û pêxembertiyêd ku Yûhennara hatine dayînê