KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • sgd rûp. 34-35
  • 5 Elametiya ji Kitêba Pîroz

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 5 Elametiya ji Kitêba Pîroz
  • Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Paşî 4026 B.D.M.
  • 1943 B.D.M.
  • Paşî 1070 B.D.M.
  • 29 D.M.
  • 33 D.M.
  • Nêzîkî 1914 D.M.
  • Axiriyêda
Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz
sgd rûp. 34-35

5

Elametiya ji Kitêba Pîroz

Ya Neşirkirî

Tenê îzina Yehowa Xwedê heye ku serwêrtiyê bike. Serwêrtiya wî ya herî baş e. Qirara wî derheqa erdê û însanetê wê ese bê sêrî.

Adem û Hêwa baxçê Êdênêda û mer

Paşî 4026 B.D.M.

“Mer” serwêrtiya Yehowa û ew yek ku ew ça serwêrtiyê dike, kire bin şikê. Yehowa soz dide ku “zuret” wê bibe, kîjan ku axiriyêda wê mer, dêmek Şeytan kuta ke (Destpêbûn 3:1-5, 15, spartin). Lê Yehowa dihêle ku hine wede meriv xwexa rêberiyê xwe bikin, bin hukumê merda.

Birahîm sozê Xwedê dibihê

1943 B.D.M.

Yehowa Birahîmra got ku “zureta” sozdayî wê ji rikiniyata wî be (Destpêbûn 22:18).

Dawid Padşa

Paşî 1070 B.D.M.

Yehowa gote Dawid Padşa û hine wede şûnda kurê wî Silêmanra jî got, ku “zureta” sozdayî wê ji rikiniyata wan pêşda bê (2 Samûyêl 7:12, 16; 1 Padşatî 9:3-5; Îşaya 9:6, 7).

Îsa roja nixumandina xwe

29 D.M.

Yehowa eyan kir ku Îsa ye “zureta” sozdayî, yê ku wê ser textê Dawid rûnê (Galatî 3:16; Lûqa 1:31-33; 3:21, 22).

Îsa wedê mirina xwe

33 D.M.

Mer, dêmek Şeytan, ser hine wede ziyan daye “zureta” sozdayî, bi vê yekê ku Îsa kuşt. Yehowa Îsa ji mirinê rakir bona jîyîna li ezmana. Bi saya mirina wî, rikiniyata Adem baxşandinê û emirê heta- hetayê distîne (Destpêbûn 3:15; Karên Şandiya 2:32-36; 1 Korintî 15:21, 22).

Mer, Şeytan, tê avîtinê ser erdê çawa ku Eyantîda hatibû gotinê

Nêzîkî 1914 D.M.

Îsa mer davêje li ser erdê, û li ser hine wede hukumê wî kêm kir (Eyantî 12:7-9, 12).

Îsa ji textê ezmanî ser erdê serwêrtiyê dike çawa ku Eyantîda hatibû gotinê

Axiriyêda

Îsa wê ser 1 000 salî Şeytan girêde, û paşê wî kuta ke, bi sîmbolîk serê wî bihincirîne. Qirara Yehowaye pêşin derheqa erdê û însanetê wê bê sêrî. Û navê wî ji bêhurmetkirinê wê paqij be, û îzina hukumtiya wî jî îzbat be (Eyantî 20:1-3, 10; 21:3, 4).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin