KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 2 rûp. 8
  • 5 Xeberdana Tevî Hev

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 5 Xeberdana Tevî Hev
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EV ÇI TÊ HESABÊ
  • ÇIMA FERZ E
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • 8 Rabûn-Rûniştina We
    Hişyar Bin!—2018
  • Ça Zara Xwe Hîn kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Alî Zarên Xwe Bikin ku Axiriya Wan Baş be
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
Hişyar Bin!—2018
g18 № 2 rûp. 8
Dê-bav li ser pirê hildikişîn ku rastî qîza xwe bên

Xeberdana tevî hev wek pirê ye, ku alî we dike heleqetiya we tevî zara we hilneşe

Bona Dê-bava

5 Xeberdana Tevî Hev

EV ÇI TÊ HESABÊ

Xeberdana vekirî û bi dil, hingê pêşda tê çaxê tu û zarên te tevayî fikir û hestên xwe hevra vedikin.

ÇIMA FERZ E

Xeberdana tevî cahila dikare gelek çetin be. Kitêba “Breaking the Code” usa dibêje: “Hinek pêşda dilê zarên we, bona we hê vekirî bû. Lê niha ev dadayî ye. Hûn çiqas jî derî xin, ew yeke venake”. Dikare usa bê kifşê, ku zar naxwaze wera xeber de, lê bi rastî wî wedeyîda ferz e tevî wan xeber din!

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Hazir be zara xwera xeber dî. Hingê jî hazir be zara xwera xeber dî, hergê nîvê şewêbe jî.

Lîzî dibêje: “Dibek tu usa difikirî, ‘Tu teze dixwazî minra xeberdî? Temamiya rojê ez ber te bûm!’” Paşê em gerekê nekine kute-kut ser zarên xwe, gava ewana dixwazin mera xeber din, lê em guh nadine wan. Hemikî herkes hizret e, ku zar dilê xwe wanara veke”.

Albêrt dibêje: “Hela hingê jî gava min gelek dixwest razama, nîvê şevê jî ez radibûm û min tevî zarên xwe xeber dida, çaxê wana dixwest. Bi rastî bêjim xeberdana me gelek vekirî bû”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24).

Dilteng nebe: Bavek dibêje: “Cara ez têderdixim ku gava zara min tevî min xeber dide, fikirê min diçine cîkî din. Zarara usa tê kifşê, ku ez guh nadime wan û derheqa tiştên din difikirim”.

Hergê têlêvîziyon yan hacetên êlêktronîk dîna te derbazî tiştekî din dikin, wê baş be ku vêsînî. Bira dîna te pêda ser wê yekê be, ku çi zara te dibêje û hergê usa tê kifşê ku ew derheqa tiştên biçûk xeber dide, yeke rind guhê xwe bide ser.

Mîranda dibêje: “Em gerekê zarên xwe bidine bawerkirinê, ku hestên wan bona me ferz in. Hergê ewana bifikirin ku hestên wan bona me ne ferz in, ewana wê dilê xwe mera venekin”.

Antonî dibêje: “Hêrs nekeve, hergê zara te nerast difikire”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Ser wan tiştêd ku hûn dibihên bifikirin” (Lûqa 8:18).

Mecalê bigere zarara xeber dî. Carna zar hêsa dilê xwe dê-bavê xwera vedikin çaxê ewana çevê wan nanihêrin.

Nîkol dibêje: “Em dikarin şêwirkirina tevî zara beramberî ajotina avtê bikin. Em tevayî avtê dajon û em himberî hev nasekinin, lê em kêleka hev in”.

Wedê xwarinê mecaleke baş çêdibe ku hevra xeber din.

Robîn dibêje: “Wedê xwarinê em ji hev pêdihesin, ku çi tiştên baş yan xirab wê rojêda qewimî. Bi wê yekê em dibine yek û hevra didine kifşê, ku wedê çetinaya emê piştgiriya hev bikin”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin