Xeyset-Hunurên Baş Nav Merivada Bivîne
Problêm
Xwehizî meriva berbi nefretkirinê dibe. Merivê xwehiz derheqa xwe hê zêde difikire û xwe ser merivên dinra digire. Ew merivên ku ji wî cude dibin, nimiz hesab dike. Her kes dikare bikeve wê telikê. Kitêba “Encyclopedia Britannica” dibêje: “Heçî zef milet kûltûra xwe, cûrê jîyîna xwe, xwarin û kincxwekirina xwe, baweriya xwe, eyd-qeydên xwe û tiştên din ji yên miletên mayîn çêtir hesab dikin”. Ça em dikarin xwe ji nihêrandina wî cûreyî dûr bigirin?
Prînsîpa Kitêba Pîroz
“Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (FÎLÎPÎ 2:3).
Ev gilî çi têne hesabê? Lazim e milûktiyê nav xweda pêşda bînin, wekî qurebûnê ji dilê xwe derxin. Milûktî alî me dike têderxin ku hine tiştada merivên din ji me çêtir in. Tu koma merivên usa tuneye, yên ku hemû aliyava fereset û hunurên wane baş hebin.
Dîna xwe bidin mesela Stêfan. Ew welatekî Komûnîstîda dijît, lê karibû nefretiyê hindava merivên ji welatên Nekomûnîstî, ji dilê xwe derxe. Ew dibêje: “Ez bawer im, wekî çaxê tu merivên din ser xwera digirî, ew yek alî te dike ku nefretiyê ji dilê xwe derxî. Ez her tiştî nizanim, lê ji her merivekî dikarim tiştekî hîn bim”.
Çi Dikarî Bikî
Qewatê bide xebatê seva ku hindava xweda nihêrandina rast xweyî kî û derheqa kêmasiyên xwe bîr nekî. Qebûl ke, wekî hene hine tişt, ku merivên din te çêtir dikarin bikin. Nefikire ku kêmasiyên hemû merivên komekê, mîna hev in.
Dewsa ku hindava merivada nihêrandina xirab pêşda bînî, ji xwe bipirse:
Qebûl ke, wekî merivên din wî alîda qewî ne, çida ku tu sist î
“Gelo rastî ew hunurên wî merivî ku min xweş nayên, xirab in yan ew tenê ji hunurên min cude dibe?”
“Lê ew meriv nikare nav minda kêmasiya bivîne?”
“Çida ew meriv ji min baştir e?”
Hergê tu bi dilê sax caba wan pirsa bidî, tuyê ne ku tenê nefretiyê ji dilê xwe derxî, lê tuyê usa jî nav merivada tiştên usa bivînî, seva çi jî wana qîmet kî.