Jîyîna Bê Nefretî
Bi mîlyona meriva prînsîpên vê jûrnalêda dane xebatê û karibûne nihêrandina xwe biguhêzin û nefretiyê ji dilê xwe kokêva derxin. Hemikî em nikarin pê qewata xwe nefretiyê bi temamî ji dilê xwe derxin. Gelo ev tê hesabê ku çare tune?
Serwêrtiya Pir Baş
Ji qewata serwêrtiya meriva der e, ku bi temamî nefretiyê ji dilê meriya derxin. Lê gelo ev tê hesabê, wekî serwêrtiya usa tune, ku bikaribe çarekê bike?
Seva ku serwêrtî bikaribe nefretiyê bide hildanê, ew gerekê
1. Meriya hêlan ke, wekî bixwazin fikir û hestên xwe hindava merivên din biguhêzin.
2. Birînên dila qenc ke, ji bo çi jî nefretî pêşda tê.
3. Merivên usa bike serwêr, yên ku xwexa firqiyê nakine orta meriva û her binelîkî qîmet dikin.
4. Yektiyê bike nav hemû mileta.
Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê serwêrtiya usa îda saz kiriye. Û ev heye “Padşatiya Xwedê” (Lûqa 4:43).
Dîna xwe bidinê, wekî ev serwêrtî wê çi bike.
1. Hînkirina Kêrhatî
“Yên ku li dinê rûdinin fêrî [hînî] rastiyê dibin” (ÎŞAYA 26:9).
“Û wê karê rastiyê bibe selamet û wê bera rastiyê hişbûna abadîn û ewlebûn be” (ÎŞAYA 32:17).
Ev gilî çi têne hesabê? Padşatiya Xwedê wê meriya hîn ke, ku bizanibin çi rast e û çi nerast e. Çaxê meriv bikaribin qenciyê ji xirabiyê, û rastiyê ji neheqiyê hev derxin, nihêrandina wan jî hindava hevda wê bê guhastinê. Her kes wê fem bike, wekî qencî û rastî ew e, ku hemû cûre meriva hiz bikin.
2. Qenckirin
Xwedê wê “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:4).
Ev gilî çi têne hesabê? Padşatiya Xwedê wê hemû êş û derda bide hildanê, kîjan ku ji bo neheqiyê pêşda tên. Ewên ku zirarê ketine ji bo nefretkirinê, wê îda ji bo êşa dil neçerçirin.
3. Serwêrtiya Baş
“Ew wê tenê li gora dîtina çevên xwe dîwanê neke, û tenê li gora bihîstina guhên xwe şîret neke. Ew wê bi heqiyê dîwana belengaza bike, û pê rastiyê şîret ke bona kara milûkên ser erdê” (ÎŞAYA 11:3, 4, DT).
Ev gilî çi têne hesabê? Îsa Mesîh, Padşê Padşatiya Xwedêye ezmana, wê rast û bi heqiyê ser erdêra serwêrtiyê bike. Îsa wê miletekî ser miletekî dinra nagire, û temamiya însanetê wê li gora qanûnên wîyî rast bijîn.
4. Yektî
Padşatiya Xwedê meriya hîn dike, wekî hizkirin nav wanda hebe “û ser nêt û fikirekê bin” (FÎLÎPÎ 2:2).
Ev gilî çi têne hesabê? Bineliyên Padşatiya Xwedê wê bi rastî jî yektiyêda bin. Ev yektî wê nav wanda unda nebe, çimkî wê bi temamiya dilê xwe hev hiz bikin.