KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 2 rûp. 7-9
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zarên Te?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zarên Te?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Zara Xwe ji Pornografiyayê Xwey ke
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Zar û Malperên Sosyalî—Para 1: Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?
    Alîkarî Bona Malbetê
Hişyar Bin!—2021
g21 № 2 rûp. 7-9
Zar hacetên elektronîkva mijûl dibin dewsa ku tevî hev bilîzin û sportêva mijûl bin.

Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zarên Te?

Zar xebitandina têxnolojîda usa serwaxt in, wekî ser wan dibêjin “rikinyata têxnolojî”. Lê bona merivên emirda mezin hêsa nîne têxnolojiyên modêrn bidine xebatê, lema jî derheqa wan dibêjin, wekî ew ji têxnolojiyê dûr in.

Hineka texmîn kirine, wekî cahilên ku gelek wede ser întêrnêtê xerc dikin . . .

  • hacetên elektronîkva têne girêdanê.

  • têne bêhurmetkirinê yan jî xwexa meriva bêhurmet dikin.

  • dikevine telika pornografiyayê.

TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ

Gedek têl dêstda ne, gava diya wî ber wîra derbaz dibe, ew eciz dibe û derê otaxa xwe dadide.

PÊVAGIRÊDAN

Meriv hine wedederbazkirinên întêrnêtêva, mesele lîstikava, zû têne girêdanê, çimkî ev programên întêrnêtê qesta usa hatine sazkirinê, wekî merivara çetin be ji van biqetin. Kitêbekêda tê gotinê, wekî “programên întêrnêtê usa têne çêkirinê, wekî merivra çetin be çevê xwe ser hilde” (“Reclaiming Conversation”). Em çiqas zêde programên komêrsî dinihêrin, haqas zêde ewana pera distînin.

BIFIKIRE: Gelo zarên te hacetên elektronîkva nehatine girêdanê? Tu ça dikarî alî wan bikî, wekî wedê xwe diha kêrhatî derbaz kin? (EFESÎ 5:15, 16)

BÊHURMETKIRIN

Meriv onlaynêda diha hêrs û bêmerîfet in û hestên merivên din hilnadin hesab. Ji bo wê yekê ewana destpêdikin hev bêhurmet kin.

Hine kes xwe hêrs û bêmerîfetî didine kifşê, seva ku dîna meriva bikişînin ser xwe û nav-dengê wan bela be. Yan jî carna gava meriv şiklê hevalên xwe, ku bê wî kêf kirine, divîne, ew difikire ku wî ber tiştekî hesab nekirine û ew dilşkestî dibe.

BIFIKIRE: Gelo zarên te întêrnêtêda xwe bi merîfetî didine kifşê? (Efesî 4:31) Ça ewana xwe texmîn dikin, çaxê ser şikla divînin wekî hevalên wan bêy wan wede derbaz kirine?

PORNOGRAFYA

Întêrnêtêda hêsa ye tiştên bênamûsî û xirab bivînin. Hine dê-bav hacetên zarên xweda fîltra datînin, wekî zarên xwera sînora daynin. Lê dîsa jî ev fîltr bi temamî zara ji tiştên bênamûsî xweyî nakin.

Neme, şikil û vîdêoyên bênamûsî, yên ku pê têlêfonê dişînin, tê hesabê sêkstîng. Hine dewletada sêkstîng bi qanûnî qedexekirî ye. Û cezakirina meriva bona belakirina pornografiya zara salên wanva girêdayî ye.

BIFIKIRE: Tu ça dikarî alî zara xwe bikî, wekî întêrnêtêda şiklên bênamûsî nenihêre û neşîne? (EFESÎ 5:3, 4)

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

ZARÊN XWE HÎN KE

Rast e, “rikinyata têxnolojî”, dêmek zar, dikarin diha hêsa û bi hostetî têxnolojiyê bidine xebatê, lê dîsa jî wanra alîkarî û rêberî lazim e. Kitêbekêda tê gotinê, ku çaxê haceta elektronîk didine destê zara necêribandî, “ev mîna vê yekê ye, ça zara ku nizane xwe avê xe, bavêjine hewzê bi avê tije”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve”. (METELOK 22:6)

Ji van şîretên ku jêrê hatine dayînê, kîjan ku wê tera kêrhatî bin, xwera bijbêre û hineka jî xwexa binivîse.

  • Tevî zara xwe şêwir kim, wekî ew onlaynêda xwe rast û bi merîfetî bide kifşê

  • Gava zara min dilteng dibe, çimkî ser şikla divîne heval top bûne, lê ew teglîf nekirine, ez gerekê alî wî bikim

  • Çiqas dikarim, malperên întêrnêtê kîderê ku tiştên necayîz hene, blok kim

  • Bîr nekim timê binihêrim, hela zara min têlêfonêda çi dinihêre

  • Sînor daynim, wekî rojê çiqas sihet zara min haceta xweye elektronîk bide xebatê

  • Qedexe kim, wekî zara min têlêfonê tevî xwe hilde, çaxê başqe otaxa xweda ne û îlahî çaxê nav cî-nivînada ne

  • Îzinê nedim wekî zara min wedê nanxwarinê têlê bide xebatê

RÊBERÎ BONA ŞÊWIRA DÊ-BAVA

  • Em haceta elektronîk didine destê zara xwe, wekî ew me eciz neke?

  • Gelo bi rastî zara mera haceta elektronîke pê întêrnêtê lazim e? Heger erê, çima?

  • Heger em têlêfona pê întêrnêtê zara xwera bikirin, gelo emê bikaribin evî xercî dadin?

  • Zara me îda xwegirtinê eyan dike û îzbat dike, wekî dikare safîkirinên bîlanî bike?

  • Zara me şaşiyên xwe dide rûyê xwe û hazir e bê guhastinê?

  • Em gerekê zara xwera çi sînora daynin?

  • Ça alî zara xwe bikin, wekî ew ser întêrnêtê û ser şixulên din, wedê xwe rast xerc ke?

    PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Merivên gihîştî . . . sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin”. (ÎBRANÎ 5:14)

Laûrêta û Dêvîd.

“Zarên wera têl bona çi lazim e? Ewana têla we ça didine xebatê? Ewana dikevine kîjan malpera? Çi lîstika ewana dilîzin? Çiqas wede ewana ser têlê xerc dikin? Pêşiya ku zarên xwera têlê bikirin, wan bicêribînin hela ew gihîştî û xwegirtî ne yan na”. LAÛRÊTA Û MÊRÊ WÊ DÊVÎD

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin