Serhatî 8
Meriyêd Terikî Li Ser Erdê
BIDE hesavê xwe, tu xwera rêva diçî û nişkêva divînî ku merîkî terikî, bejnê wî weke 2-3 mêtir, berbi te tê. Ziravê te wê biqetiya, usa nîne? Lê hebû wede, çaxê li ser erdê meriyêd usa rastî jî hebûn. Kitêba Pîroz divêje, ku bavêd wan milyaketêd ezmana bûn. Lê ça ev yek qewimî?
Tê bîra te em pêhesiyan, ku milyaketekî xirav dêmek Şeytan, meriya dide şaşkirinê û wana dil dike ku xiraviyê bikin. Şeytan, hela hê milyaketa jî dixwest bida şaşkirinê. Hine milyaket destpêkirin guh bidine wî. Kitêba Pîroz divêje, ku ewana şixulê xwe ser ezmana, yê ku Xwedê dabû wan hîştin û peya bûne erdê, çimkî wana li ser erdê qîzêd bedew dîtin û xwestin tevî wan bijîn. Lema jî, ewana xwe kirine merî û zewicîn tevî jina. Kitêba Pîroz divêje, ku ev yek rast nîbû, çimkî serê serîda Xwedê wana usa çêkir ku ewana li ser ezmana bijîn.
Wede şûnda jinêd wan zar anîn. Pêşiyê nedihat kivşê ku zarêd wan ne mîna zarêd dinê bûn, lê paşwextiyê hate xuyanê, ku qewat û bejna wan her car zêde dibe û ewana dibine meriyêd terikî.
Meriyêd terikî gelekî zulm bûn. Ewana meriya diçerçirandin û zîyan didane wana. Hin jî wana dixwest ku hemû meriv çev bidine wan û xiraviyê bikin.
Wî çaxî Henox îda nedijît. Lê li ser erdê merîkî usa hebû, yê ku tiştêd qenc dikir. Navê wî Nuh bû. Ew di hemû tiştîda guh dida Xwedê.
Rojekê Xwedê gote Nuh, ku wedê usa wê bê çaxê hemû meriyêd zulm wê bêne qirkirinê. Lê Xwedê dixwest, ku Nuh, neferêd mala xweva û cûre-cûre heywan xilaz bin. De were em bivînin ev yek ça qewimî.
Destpêbûn 6:1-8; Cihûda 6.