Serhatî 10
Sêlava Temamiya Dinyayê
NUH neferêd mala xweva di gemiyêda bû, lê meriyêd dor-berê wî, mîna berê dijîtin. Wana bawer nedikir ku sêlav rastî wê bê û hê zêde destpêkirin bikenin ser Nuh. Lê şabûna wan zû xilaz bû.
Nişkêva barana qayîm barî. Qapaxê ezmana vebûn û xuşîniya baranê destpêbû. Giliyê Nuh rast bûn! Lê niha seva meriyêd din, îda gelekî dereng e bikevine gemiyê. Çimkî derê gemiyê, bi destê Yahowa, qayîm hate dadanê.
Girîn û qûje-qûja meriya dinê hilda. Lêyîke mezin rabû, dara kokêva radikir pey xwe dibir û girme-girma kevira dihat. Meriyêd ziravqetî direviyan berbi ciyê bilind. Gelek ji wan poşman dibûn û difikirîn: “Xwazil me gura Nuh bikira û çaxê derê gemiyê hê vekirî bû biketana hundor!” Lê îda gelekî dereng bû.
40 roj û 40 şev xuşîniya baranê nedisekinî. Ava sêlavê zêde dibû û hildikişiya heta çiya. Paşwextiyê hela hê çiyayêd bilind jî bin avê man. Xwedê ça got usa jî qewimî, hemû meriv û heywan yê ku ne di gemiyêda bûn mirin, lê yê di gemiyêda xilaz bûn.
Nuh û kurêd wî gemî gele rind ava kirin, lema jî gemî neçû bin avê, lê ser avêra bû. Bide hesavê, çaxê baran sekinî û tev ji ewra derket, dinya çi cûreyî bû? Gemî li ser avêra bû û dor-berê wî xêncî avê tu tişt tune bû.
Meriyêd terikî mirin û îda tu kes zîyanê wê nade însanetê. Ewana tevî dîyayêd xwe, mîna meriyêd dinê xirav qir bûn. Lê halê bavêd wan ça bû?
Tê bîra te bavê meriyêd terikî kê bûn? Rast e, ewana milyaket bûn û meriyêd mîna me nîbûn, ewana peya bûne erdê, ku mîna meriya bijîn. Lema jî çaxê sêlav hat ewana nemirin. Wana bedenê xwe yê meriva hîşt, paşda bûne milyaket û vegeriyan ezmana. Lê li ser ezmana seva wan cî îda tune bû, çimkî Xwedê îzin neda wan bijîn di nav neferêd wîda. Lema jî ew bûne milyaketêd Şeytan. Kitêba Pîroz divêje ku navê wan milyaketa cin e. Şeytan jî bû mîrê wan, dêmek mîrê cina.
Xwedê bakî mezin rakir û ava sêlavê hêdî-hêdî dadiket. Pênc meha şûnda, gemî li serê çiyayê bilind sekinî. Gelek roj derbaz bûn, Nuh û neferêd wî li ser erd nihêrîn û serê çiya dîtin. Av hêdî-hêdî dadiket.
Paşê Nuh çivîka reş, yê wêra divêjin qirik, ji gemiyê berda. Ew hine wede firî û paşda vegeriya, çimkî qe cîk jî xwera nedidît ku bisekine û hêsa be. Çend derba qirik firî û her car vedigeriya ku li ser gemiyê hêsa be.
Nuh dixwest pêbihesiya, gelo av ji rûyê erdê vekişiya yanê na, lema jî îjar ewî kevotk şand. Lê kevotk jî vegeriya, çimkî ewî jî ciyê ku bisekine nedît. Nuh cara duda wî şand, û ew dîsa jî vegeriya, lê îjar dindkê xweda belgê zeytûnê anî. Usa Nuh pêhesiya ku av ji erdê vekişiya. Çaxê Nuh cara sisiya kevotk şand, ew îda venegeriya paşda, çimkî xwera cîkî baş dît û sitirî.
Xwedê gote Nuh: “Neferêd mala xwe û heywana hilde û ji gemiyê derkeve”. Ewana di gemiyêda salek zêdetir man. De bide hesavê xwe şabûna wane mezin, ku ewana xilaz bûn û dikarin jîyîna teze destpêkin!
Destpêbûn 7:10-24; 8:1-17; 1 Petrûs 3:19, 20.