Serhatî 9
Nuh Gemiyê Ava Dike
CEM Nuh û jina wî sê kur hebûn. Navê kurêd wan Sem, Ham û Yafet bû. Jina her kesa ji wan hebû. Dêmek, ewana temamiyê neferêd malêva heyşt merî bûn.
Carekî Xwedê şixulekî nenas da Nuhra. Nuh gerekê gemiya mezin ava kira. Gemî mîna qutiya gele mezin û dirêj bû. Xwedê usa jî got Nuhra: “Gemî gerekê sêqetî be û otax jî gerekê têda hebin”. Otax lazim bûn seva Nuh û neferêd mala wî, usa jî seva heywana û xwarinê, yê ku wan hemûşkara lazim bû.
Xwedê Nuhra got, ku gemî gerekê wî cûreyî bê çêkirinê, ku av têda nekevê. Xwedê got: “Ezê sêlaveke mezin bînim li ser erdê, wekî temamiya dinyayê bê qirkirinê. Her kes yê di gemiyêda nîbin, wê bimirin”.
Nuh û kurêd wî gura Xwedê kirin û avakirina gemiyê destpêkirin. Lê meriyêd dor-berê wan xwe li xiraviyê digirtin û li ser wan dikeniyan. Çaxê Nuh gilî dikir, derheqa qirara Xwedê, tu kes ji wî bawer nedikir.
Seva avakirina gemiyê gelek sal lazim hat, çimkî gemî gelekî mezin bû. Di axiriya-axiriyêda, paşî gelek sala, avakirina gemiyê xilaz bû. Xwedê Nuhra got, ku ew gerekê hemû cûre heywana têda cî ke. Hine ji heywana cotek, ça nêr usa jî mê, lê ji yê dinê heft cotî gerekê hilda. Xwedê usa jî gote Nuh, ku ew gerekê hemû cûre çivîka di gemiyêda cî kira. Xwedê ça jî xwest, Nuh hema usa jî kir.
Paşê îda Nuh û malbatê wî di gemiyêda cîwar bûn. Xwedê pey wanra derî dada. Nuh û malbatê wî di gemiyêda hîviya sêlavê bûn. Hela bide hesavê xwe, wekî tu jî di gemiyêda nî û tevî wan hîviyê yî. Gelo sêlav wê rastî destpêbe?
Destpêbûn 6:9-22; 7:1-9.