Serhatî 22
Ûsiv Davêjin Kelê
ÇAXÊ Ûsiv birin Misirê ew hê 17 salî bû. Wê derê ew hate firotanê ser mêrekî navê wî Potîfar. Potîfar bal padşê Misirê dixevitî. Di Misirêda li ser padşa Firewin digotin.
Ûsiv xweyê xwe Potîfarra dil û can dixevitî. Lema jî çaxê Ûsiv îda mezin bû Potîfar wî li ser temamiya mal-hebûna xwe kivş kir. Lê çira Ûsiv kete kelê? Ev yek bi meniya jina Potîfar qewimî.
Çaxê Ûsiv mezin bû ew bû xurtekî gele bedew, û jina Potîfar dixwest ku Ûsiv tevî wê razê. Lê Ûsiv zanibû ku ev yek rast nîne û lema jî wêra qayîl nedibû. Jina Potîfar ji vê yekê gele hêrs diket. Çaxê Potîfar vegeriya malê, ewê mêrê xwe xapand û gotê: “Ûsivê bê namûs dixwest zorê min tevî xwe velezanda!” Potîfar jina xwe bawer kir û li ser Ûsiv gele hêrs ket. Lema jî ewî Ûsiv avîte kelê.
Wede derbaz bû û serwêrê kelê texmîn kir ku Ûsiv merîkî gele baş e. Lema jî ewî Ûsiv ça miqatçiyê hemû girtiya kivş kir. Derbekê Firewin li ser meygerekî û nanpêjekî xwe, gele hêrs ket û wana avîte kelê. Di kelêda wana xewna ferz dît, nêt û hesavê kîjanî wana nizanibû. Wî çaxî Ûsiv gote wan: “Minra gilî kin, hela we çi xewn dît”. Çaxê wana gilî kir, Ûsiv bi alîkariya Xwedê xewna wan şirovekir.
Meygerra Ûsiv got: “Sê roj şûnda tuyê ji kelê derkevî û paşda bibî meygerê Firewin”. Ûsiv serda zêde kir: “Çaxê tu derkevî, Firewinra eseyî derheqa min bêje û alî min bike ku ez jî ji vir derkevim”. Lê nanpêjra Ûsiv got: “Sê roj wê derbaz be û Firewin wê serê te hilqetîne”.
Sê roj derbaz bû, Ûsiv çawa got usa jî qewimî. Firewin serê nanpêj hilqetand. Lê meyger ji kelê derket û Firewinra dîsa jî meygeriyê dikir. Lê ewî derheqa Ûsiv lap bîr kir! Ewî qe tiştek jî negote Firewin derheqa Ûsiv, û Ûsiv usa jî di kelêda ma.
Destpêbûn 39:1-23; 40:1-23.