KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 15 rûp. 42-rûp. 43 abz. 3
  • Yehowa Ûsiv Bîr Nekir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Ûsiv Bîr Nekir
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • “Çima ... Ez Dewsa Xwedê Digirim?”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Ûsiv Li Ber Çevê Birêd Xwe Reş Dibe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Malbatê Aqûb Derbazî Misirê Dibe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Dîlê ku Xwedêra Amin ma
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 15 rûp. 42-rûp. 43 abz. 3
Ûsiv Firewinra şirovedike xewna wî

DERSA 15

Yehowa Ûsiv Bîr Nekir

Gava Ûsiv kelêda bû, Firewin xewn dît, şirovekirina kîjanî tu kesî nizanibû. Xulamê Firewin gote wî, wekî Ûsiv dikare xewnên wî şiroveke. Firewin pêra-pêra şande pey Ûsiv.

Firewin ji wî pirsî: “Tu dikarî xewnên min şirovekî?” Ûsiv caba wî da û got: “Misirêda heft sala xwarin wê têr-tije be, lê paşê, heft salên din wê birçîbûn destpêbe. Merivekî bîlan kifş ke, wekî wan heft sala xwarinê top ke, seva cimeta te birçî nemîne”. Firewin gote wî: “Ez te dijbêrim! Tuyê bibî merivê duda Misirêda!” Ça tu dişirmîş dibî, Ûsiv ji ku zanibû şirovekirina xewnên Firewin? Yehowa alî wî kir.

Ûsiv fermanê dide xwarinê top kin

Nava wan heft salada, Ûsiv destpêkir gelek xwarin top ke. Paşî wê yekê, ser erdê birçîbûn destpêbû, çawa ku Ûsiv pêşda gotibû. Merivên ji her welatî destpêkirin bêne bal Ûsiv, wekî xwarinê bikirin. Gava bavê wî Aqûb pêhesiya, wekî Misirêda xwarin heye, ewî deh kurên xwe şande wêderê, wekî xwarinê bikirin.

Kurên Aqûb hatine bal Ûsiv, û ewî derbêra wana nas kir. Lê birên wî nizanibûn, wekî ew Ûsiv e. Ewana serê xwe ber wî daxistin, çawa ku ewî pêşda xewnêda dîtibû. Ûsiv dixwest pêbihese, hela birên wî dîsa usa zulm in. Lema jî ewî gote wan: “Hûn cesûs in. Hûn hatine vira, wekî pêbihesin hela çida welatê me sist e”. Lê wana got: “Na! Em 12 birane, ji welatê Kenanê. Birakî me miriye, lê yê biçûk tevî bavê me maye”. Paşê Ûsiv gote wan: “De herin û birên xweye biçûk bînin bal min, wekî ez we bawer kim”. Paşî wê yekê, ewana vegeriyane cem bavê xwe.

Hinek wede şûnda xwarina wan xilaz bû. Aqûb dîsa kurên xwe şand e Misirê. Wê carê, wana birê xweyî biçûk Binyamîn jî tevî xwe birin. Ûsiv, seva ku birên xwe bicêribîne, kasa xweye zîv kire torbê Binyamîn û şer avîte wan, wekî wana diziya wî kiriye. Gava xulamên Ûsiv kasa wî torbê Binyamînda dîtin, birên wî gelek tirsiyan. Wana lavaya Ûsiv kirin, wekî dewsa Binyamîn wana ceza ke.

Ûsiv têderxist, wekî birên wî hatine guhastinê. Kela Ûsiv tije bû û ewî nikaribû xwe bigirta. Ew kele-kel giriya û got: “Ez Ûsiv im, birê we me. Bavê min hê sax e?” Birên wî gelek ecêbmayî man. Ûsiv gote wan: “Xemgîn nebin bona wê yekê, ku we çi serê min kir. Xwedê min şande vira, wekî emirê we xwey ke. Niha lez kevin herin û bavê min bînine vira”.

Ewana vegeriyane mal û mizgîniya baş gîhandine bavê xwe, wî hildan û paşda vegeriyane Misirê. Paşî haqas sal, Ûsiv û Aqûb dîsa hev dîtin.

Ûsiv û bavê wî hev hemêz dikin

“Lê heger hûn neheqiyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyêd we nabaxşîne” (Metta 6:15).

Pirs: Çawa Yehowa alî Ûsiv kir? Ça Ûsiv da kifşê, wekî baxşande birên xwe?

(Destpêbûn 40:1–45:28; 46:1-7, 26-34; Zebûr 105:17-19; Karên Şandiya 7:9-15).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin