Serhatî 25
Malbatê Aqûb Derbazî Misirê Dibe
ÛSIV îda nikaribû teyax kira, çimkî ewî dixwest hemû tişt brêd xwera bigota. Lema jî ewî gote xulamêd xwe ku ewana ji otaxê derkevin. Çaxê Ûsiv tevî birêd xwe tenê ma, ewî destpêkir giriya. Bidine hesavê xwe birêd wî çiqas ecêvmayî bûn, çimkî wana nizanibû çira ew digirî. Axiriya axiriyêda Ûsiv gote wan: “Ez Ûsiv im. Gelo bavê min sax-silamet e?”
Birêd wî zendegirtî man û nikaribûn xever din, çimkî ewana tirsiyan. Lê Ûsiv gote wan: “Ji kerema xwe nêzîkî min bin”. Çaxê ewana nêzîkî wî bûn ewî got: “Ez im birê we Ûsiv, yê ku we firotibû Misirê”.
Ûsiv destpêdike bi zimanê nerm wanra xever de: “Xwe sûcdar nekin, ku we min firote Misirê. Bi rastiyê ev yek qirara Xwedê bû, ku ez bême Misirê seva ku meriya xilaz kim. Binihêrin, Firewin li ser temamiya welat ez kirim serwêr. Lê niha lez kevin, herine bal bavê min û hemû tiştî wîra gilî kin. Bêjin, ku bira bê Misirê û vira bijî”.
Paşî vê yekê Ûsiv birêd xwe hemêz kir û wana hemûşka paç kir. Çaxê Firewin pêhesiya ku birêd Ûsiv hatibûn bal wî, ewî gote Ûsiv: “Bira birêd te ereba hildin, vegerin Kenanê ku bavê xwe û malbatêd xwe hildin û paşda bêne Misirê. Ezê erdekî ji hemûşka baştir bidime wan”.
Wana usa jî kir. Binihêre li sar şikil, ça malbata Aqûb derbazî Misirê dibe. Tu divînî ça Ûsiv rastî bavê xwe tê?
Malbata Aqûb gele mezin bû. Çaxê ewana derbazî Misirê dibûn, temamiya neferêd mala wî bi zarêd û nebiyêd wî, usa jî jinêd û xulamêd wî, weke 70 merî bûn. Ewana gişk jî di Misirêda cîwar bûn û dijîtin. Navê vê cimetê danîn Îsraêlî, çimkî Xwedê navê Aqûb danî Îsraêl. Cimeta Îsraêl seva Xwedê wê bibe cimeteke gele qîmet û delal, derheqa vê yekê hê zêde emê paşê pêbihesin.
Destpêbûn 45:1-28; 46:1-27.