KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 24
  • Ûsiv Birêd Xwe Dicêribîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ûsiv Birêd Xwe Dicêribîne
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Ûsiv Bîr Nekir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • “Çima ... Ez Dewsa Xwedê Digirim?”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Ûsiv Li Ber Çevê Birêd Xwe Reş Dibe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Malbatê Aqûb Derbazî Misirê Dibe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 24

Serhatî 24

Ûsiv Birêd Xwe Dicêribîne

ÛSIV dixwest pêbihesiya hela birêd wî mîna berê hê bêxudan û bêdil in yan na. Lema jî ewî got: “Hûn cesûs in. Hûn hatine vira pêbihesin ku çida welatê me sist e”.

“Na em cesûs nînin”, wana got. “Em meriyêd dilê xweyî sax in, em gişk birêd hev in. Berê em 12 bira bûn, lê birakî me îda tune ye, yê din jî herî biçûk e û tevî bavê me maye”.

Ûsiv xwe usa danî tê bêjî wanra bawer nake. Ewî birakî wan Şimhûn kire kelê û hîşt ku ewana xwarin hildin û herine malê. Lê serda giliyê usa gote wan: “Çaxê hûn vegerin Misirê, hûn gerekê birê xweye biçûk tevî xwe bînin”.

Çaxê ewana vegeriyan Kenanê û hemû tişt bavê xwera gilî kirin, ew gele ber xwe ket. Ewî girînva got: “Ûsivê min tune ye, niha jî min Şimhûn unda kir. Na, wele ez nahêlim ku hûn kurê min Binyamîn tevî xwe bivin”. Lê çaxê xwarina wana îda xilaz bibû, Aqûb dixwazî-naxwazî hîşt ku Binyamîn bivine Misirê, seva ku xwarinê bînin.

Çaxê Ûsiv dît ku birê wî tên û Binyamîn jî tevî wan e, ew gele şa bû. Wî çaxî tu kes ji wan nizanibû, ku ev mêrê mezin û girîng bi rastiyê Ûsiv e. Niha Ûsiv tiştekî usa dike ku 10 birêd xwe bicêribîne.

Ewî gote xulamê xwe ku kîsêd wan tije kin. Lê Ûsiv di kîsê Binyamînda kasa zîv danî, usa ku birêd wî haş pê tune bin. Çaxê ewana ji Misirê derketin û hine rê derbaz bûn, Ûsiv xulamê xwe şande pey wan. Wana birêd Ûsiv dane sekinandinê û gotin: “Çira we kasa xweyê me dizî?”

“Me kasa wî nediziye”, wana got. “Hûn bal kê jî wê kasê bivînin, ew bira bê kuştinê”.

Wana destpêkir bigerin û ev kas bal Binyamîn dîtin. Ev yek li ser şikilî rind tê kivşê. Xulam gotin: “Her kes ji we dikare here, lê Binyamîn wê tevî me bê”. Gelo 10 birêd Binyamîn wê çi bikin?

Ewana gişk jî pey Binyamîn paşda çûne mala Ûsiv. Ûsiv gote birê xwe: “Hûn gişk jî dikarin vegerin mala xwe, lê Binyamîn wê bimîne û minra wê xulamtiyê bike”.

Cihûda got: “Hergê ez bê birê xwe vegerim mal, bavê min wê bimire, çimkî bavê min wî gele hez dike. Lema jî lavaya te dikim berde, bira birê min here mal ezê dewsa wî tera xulamtiyê bikim”.

Niha Ûsiv dît ku birêd wî rast bûne. Ewana îda mîna berê bêxudan û bêdil nînin. Lê ka em pêbihesin çi Ûsiv wê niha bike.

Destpêbûn 42:9-38; 43:1-34; 44:1-34.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin