Serhatî 21
Ûsiv Li Ber Çevê Birêd Xwe Reş Dibe
DÎNA xwe bide şikil, ev gede çiqa hêsîr û bê guman e. Ev Ûsiv e. Hema hêja birêd Ûsiv wî firotine wan meriya, yê ku diçûn Misirê. Usa Ûsiv bû dîl. Lê gelo birêd wî çira tiştekî usa kirin? Çimkî ewana hevsûd bûn û wî hez nedikirin.
Bavê wan Aqûb kurê xwe Ûsiv bêhesav hez dikir. Ewî hezkirina xwe bi wî yekî eyan kir, ku kincekî dirêj û bedew da dirûtinê seva Ûsiv. Gava birayêd wî mezin dîtin ku Aqûb ji wan hê zêdetir Ûsiv hez dike, wana destpêkirin hê gele hevsûdiyê wî bikin û Ûsiv li ber çevê wan reş bû. Lê dîsa menîk hebû bona çi ewana li ser wî hêrs dibûn.
Ûsiv du xewna divîne. Di her du xewnada jî, birêd wî mezin serê xwe li ber wî datanîn. Çaxê Ûsiv xewnêd xwe wanara gilî kir, ewana hê gele li ser wî hêrs ketin.
Rojekê, çaxê birêd wiye mezin pezêd bavê xwe biribûn çolê, Aqûb Ûsiv şande cem wan ku ew serîkî wan xe û pêbihese hela halê birêd wî ça ne. Gava wana birê xwe Ûsiv ji dûrva dîtin, hine ji wana got: “Ka em wî bikujin!” Lê birê wanî herî mezin Rûbên got: “Hela bisekinin, vê yekê nekin!” Dewsa vê yekê wana wî girt û avîtine bîra ziha. Paşê ewana rûniştin û şêwira hev dikirin, hela çi dikarin serê wî bikin.
Vê demê wana dît ku hine meriyêd Îsmaîlî rêva derbaz dibin. Cihûda birêd xwera got: “Ka em Ûsiv wanra bifiroşin”. Wana usa jî kir. Wana Ûsiv bayê 20 zîva firot. Kirêd wan gele bêxudêtî û bêîsaf bû!
Lê bavê xwera wana wê çi bigota? Wana bizinek serjêkir û çend derba kincê wîye bedew xûnê xistin. Paşê kincê wî birine mal, nîşanî bavê xwe kirin û gotin: “Binihêre, me ev kinc rêva dît. Ev kincê Ûsiv nîne?”
Aqûb dît ku rastî jî kincê Ûsiv e û girînva got: “Terewil kurê min Ûsiv kuşt”. Birêd Ûsiv nêtê xwe anîn serî, wana çawa xwest Aqûb usa jî fikirî. Êşa giran kete dilê Aqûb. Ewî gele roja şîna kurê xwe dikir. Lê bi rastiyê Ûsiv nemiriye. Ka em pêbihesin çi serê wî qewimî.
Destpêbûn 37:1-35.