KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 20
  • Dînah Dibe Xweyê Kul Û Derda

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dînah Dibe Xweyê Kul Û Derda
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • “Ji Qaviyê Birevin”
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Aqûb Dibe Xweyê Malbateke Mezin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • “Ji Qaviyê Birevin!”
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Birayê Cêwî Ne Mîna Hev In
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 20

Serhatî 20

Dînah Dibe Xweyê Kul Û Derda

BINIHÊRE li ser wan, berbi kê Dînah tê. Gelo ew kî ne? Ew qîzêd Kenanê ne, û Dînah tê serîkî wan xe. Lê gelo bavê wê Aqûb vê yekêra qayîl e? Seva ku cava vê pirsê bidin, were em bînine bîra xwe, Birahîm û Îshaq derheqa qîzêd Kenanê ça difikirîn.

Tê bîra te ku Birahîm nedixwest, wekî kurê wî Îshaq ji Kenanê jin bistîne. Yan jî Îshaq Rebeka, dixwestin ku kurê wan Aqûb qîza Kenanê jintî bîne? Wele wana jî nedixwest. Lê zanî çira?

Çimkî meriyêd Kenanê serê xwe li ber xwedayêd qelp datanîn. Ewana nehêja bûn ku tevî wan ne hevaltî bikin, ne jî bizewicin, çimkî ewana gele xirav bûn. Lema jî em dikarin bawer bin ku Aqûb qayîl nî bû, wekî qîza wî tevî wan hevaltiyê bike.

Ahan menî, çira Dînah bû xweyê kul û derda. Hela binihêre ser şikil û dîna xwe bide ku mêrek li ser Dînah dinihêre. Zanî ew kî ye? Navê wî Şekem e. Rojekê, çaxê Dînah hate mala wî mêvan, Şekem lê zorê velezand û tevî wê raza. Ev yek ne rast bû, çimkî mêr û jin yê ku tev nezewicîne, îzina wan tune ku tevî hev razên. Ew tiştê xirav yê ku Şekem serê Dînah kir, gele kul û derda pêşda anî.

Çaxê birêd Dînah derheqa vê yekê pêhesiyan, ewana gele hêrs ketin. Şimhûn û Lêwî ji hêrsa şûrêd xwe hildan û ketine şeherê, wî çaxî ku ewana hîviyê nîbûn. Hîngê Şimhûn û Lêwî tevî birêd xwe, kuştin Şekem û hemû mêrêd dinê. Aqûb gele hêrs ket, çimkî kurêd wî neheqiyê giran kirin.

Hela dişirmîş be, ev hemû tişt çira qewimî? Ev hemû tişt lema qewimî, çimkî Dînah tevî wan hevaltî kir, yê ku bi qanûnê Xwedê nedijîtin. Ka em tu car tevî meriyêd usa hevaltiyê nekin!

Destpêbûn 34:1-31.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin