Serhatî 17
Birayê Cêwî Ne Mîna Hev In
DÎNA xwe bide, ku ev du gede qe rengê hevda nînin, usa nîne? Gelo navêd wan çi ye? Yê nêçîrvan Esav e, lê yê ku miqatî bexika ne Aqûb e.
Birayê cêwî Esav û Aqûb kurêd Rebeka û Îshaq in. Îshaq kurê xwe Esav gelekî hez dikir, çimkî ewî seva malê goştê nêçîrê dianî. Lê Rebeka Aqûb gele hez dikir, çimkî ew gedekî gele milûk û edlayîhez bû.
Wî çaxî kalkê wan hê sax bû, bide hesavê xwe çaxê Birahîm derheqa Yahowa û qirara wî gilî dikir, Aqûbra çiqas hewas bû guhê xwe bida wî. Birahîm 175 sal emir kir û mir, wî çaxî birayê cêwî 15 salî bûn.
Çaxê Esav 40 salî bû, ewî xwera ji erdê Kenanê du jin anî. Bi wê yekê ewî dilê dê-bavê xwe gele êşand, çimkî jinêd wî Yahowa nedihebandin.
Wede gihîşt ku Îshaq kerema xwe bida kurê xwe. Esav ji birê xwe Aqûb mestir bû, lema jî ewî gerekê keremê bistanda. Lê hine wede pêşda Esav ev îzina, ku keremê bistîne firote birê xwe Aqûb. Hin jî hê pêşda, çaxê ewana hatibûn bûyînê, Xwedê got ku Aqûb wê keremê bistîne ne ku Esav. Hema usa jî qewimî. Îshaq kerema xwe da Aqûb.
Çaxê Esav ev yek pêhesiya, ew li ser birê xwe Aqûb gelek hêrs ket. Û ji hêrsa xwe ewî got: “Ezê birê xwe Aqûb bikujim”. Gava Rebeka ev yek bihîst ew gele ber xwe ket. Rebeka dişirmîş dibû ku ça dikare alî Aqûb bike, û ewê tiştekî usa gote mêrê xwe: “Wey li me, hergê Aqûb jî xwera jin ji Kenanê bîne”.
Lema jî Îshaq gazî kurê xwe Aqûb kir û gote wî: “Tevî qîzêd Kenanê nezewic e. Here Haranê, mala kalkê xwe Bêtûêl û qîzeke xalê xwe Labanê bistîne”.
Aqûb gura bavê xwe kir. Ewî karê xwe kir û kete rê, ku here Haranê mala merivê dîya xwe.
Destpêbûn 25:5-11, 20-34; 26:34, 35; 27:1-46; 28:1-5; Îbranî 12:16, 17.