KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 12 rûp. 34
  • Mal û Milk Gihîşte Aqûb

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mal û Milk Gihîşte Aqûb
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Birayê Cêwî Ne Mîna Hev In
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Aqûb û Esaw Hev Hatin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 12 rûp. 34
Aqûb hine xwarin dide Esaw, seva ku ew kerema xwe bide wî

DERSA 12

Mal û Milk Gihîşte Aqûb

Îshaq û Rêvêka tevî du kurên xweye cêwî, Aqûb û Esaw

Çaxê Îsaq Rêvêka stand, ew 40 salî bû. Ewî gelek lê hiz dikir. Paşê du kurên cêwî wanara hatine bûyînê.

Navê kurê pêşin danîn Esaw, lê yê duda Aqûb. Esaw hiz dikir çolê be û ew bû nêçîrvanekî baş. Lê Aqûb hiz dikir malda bimîne.

Wan çaxa edet bû, wekî paşî mirina bav, nîvê zef ji hebûna wî gerekê bigihîşta kurê wîyî mezin. Dêmek mal û milkê wî. Usa jî sozê Xwedê dikeve nava wê hebûnê, yê ku ewî dabû Birahîm. Lê Esaw ew sozê ku Xwedê dabû Birahîm, qîmet nekir, lê Aqûb ew soz gelek qîmet dikir.

Aqûb û Esaw

Carekê Esaw gelek westiyayî ji nêçîrê vegeriya mal. Ewî texmîn kir, wekî bîneke xweş tê, çimkî wê demê Aqûb xwarin çêdikir. Esaw gote wî: “Ez birçîna dimirim! Wê şorba sor minra dagire!” Aqûb gotê: “Ezê tera dagirim, lê pêşiyê soz bide min, wekî ezê, mal û milkê bavê me bistînim, ya ku gerekê bibe para te”. Esaw got: “Çî minra ne, tu dikarî hildî. Ez birçî me û dixwazim bixwim”. Ça tu dişirmîş dibî, Esaw tiştekî aqilayî kir? Na, ev yek bêaqilayî bû. Esaw seva hine xwarin, tiştekî gele qîmet unda kir.

Çaxê Îshaq îda gelek kal bû, wede gihîşt, wekî ew kurê xweyî mezin kerem ke. Lê Rêvêkayê alî kurê xweyî biçûk kir, û ewî kerem stand. Çaxê Esaw seva vê yekê pêhesiya ew gelek hêrs ket û xwest birê xwe bikuje. Îshaq û Rêvêkayê xwestin Aqûb ji qeziyê xwey kin, wana gote wî: “Here bal xalê xwe Laban bimîne, heta ku hêrsa Esaw dayne”. Aqûb gura dê-bavê xwe kir û revî çû, wekî emirê xwe xilaz ke.

“Çi feyde heger meriv temamiya dinyayê qazinc ke, lê emirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber emirê xweva bide?” (Marqos 8:36, 37).

Pirs: Orta Esaw û Aqûbda çi firqî hebû? Çira dewsa Esaw, Aqûb kerem stand?

(Destpêbûn 25:20-34; 27:1–28:5; Îbranî 12:16, 17).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin