KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 19
  • Aqûb Dibe Xweyê Malbateke Mezin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Aqûb Dibe Xweyê Malbateke Mezin
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Aqûb Diçe Haranê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Aqûb û Esaw Hev Hatin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 19

Serhatî 19

Aqûb Dibe Xweyê Malbateke Mezin

TU TENÊ binihêre, malbata Aqûb çiqas mezin e. Donzdeh kurêd wî hene, û qîzêd wî jî hebûn. Lê gelo navêd wan çi ye? Were em pêbihesin.

Ji Lêa Rûbên, Şimhûn, Lêwî û Cihûda hatin bûyînê. Çaxê Rahêl didît, ku mîna Lêa nikare zara bîne ew gele ber xwe diket. Lema jî ewê berdestiyê xwe Bîlha da mêrê xwe Aqûb. Bîlha du kur anî, Dan û Neftelî. Paşê Lêa jî berdestiyê xwe da Aqûb û ewê jî du kur anî, Gad û Aşêr. Paşwextiyê Lêa dîsa du kur anî, Îsaxar û Zebûlon.

Axiriya axiriyêda Rahêlra jî zar bû. Ewê navê wî danî Ûsiv. Paşê emê derheqa Ûsiv hê zêde pêbihesin, çimkî ew wê bibe merîkî girîng û navdar. Yanzdeh kurêd Aqûb hatine bûyînê hê çaxê ew tevî bavê Rahêl Laban dijît.

Bal Aqûb qîz jî hebûn. Lê Kitêba Pîroz tenê navê qîzekê dide, navê wê Dînah ye.

Wede hat û Aqûb safî kir, ku ji Labanê cihê be û vegere Kenanê. Ewî neferêd mala xweye mezin, keriyêd pêz û garanêd dêwêr top kir û kete rêke dirêj.

Paşî wê yekê ça ewana gihîştine Kenanê, Rahêl dîsa kurek anî. Ev yek rêva qewimî. Bûyîna zarokê gele çetin derbaz dibû û Rahêl gele diçerçirî, ewê zar anî û mir. Lê zarok sax ma. Aqûb navê wî danî Binyamîn.

Ka em navêd 12 kurêd Aqûb bîr nekin, çimkî temamiya miletê Îsraêl ji wan 12 kura hate dinê. Donzdeh berekêd Îsraêl navêd xwe ji 10 kurêd Aqûb û ji du kurêd Ûsiv hildan. Kalkê wan 12 bira, dêmek Îshaq, paşî bûyîna wan hê gele sal emir kir. De bide hesavê xwe çiqas nebiyê Îshaq hebûn û ew wanra çiqas şa dibû. Were em pêbihesin serê nebîke Îshaq, navê kîjanê Dînah bû, çi qewimî.

Destpêbûn 29:32-35; 30:1-26; 35:16-19; 37:35.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin