Serhatî 18
Aqûb Diçe Haranê
ROJEKÊ, çaxê Aqûb rêva ber bîrê sekinî, ew rastî wan meriya hat, yê ku tu li ser şikilî divînî. Ewana miqatî pezê Aqûb bûn. Lê gelo ewana kî ne? Aqûb wana pirsî: “Hûn ji kîderê hatine?”
“Ji Haranê”, wana got.
“Dibek hûn Laban nas dikin?” Aqûb pirsî.
“Belê, em wî nas dikin, wa binihêrin, qîza wî jî Rahêl pey keriyê pezêd bavê xwe tê”. Hela tu jî binihêre ça Rahêl ji dûrva tê, ev yek li ser şikilî rind tê kivşê.
Çaxê Aqûb Rahêl dît pê keriyê pezêd xalê xweyî Laban, ew nêzîkî bîrê bû, kevirê bîrê wêda kir ku pezêd Laban avê vexwin. Paşê ewî silav da Rahêl, ew paç kir û nasiya xwe da wê. Çaxê Rahêl pêhesiya ku ew meriyêd hev in, ew şabûna şepirze bû û revî heta malê, ku hemû tiştî bavê xwera gilî ke.
Laban şa bû ku Aqûb hate bal wî mêvanî. Çaxê Aqûb got ku dixwaze tev Rahêlê bizewice, Laban şa bû û qebûl kir. Lê ewî yeke emir kir ku Aqûb heft sala seva Rahêlê bixevite. Çimkî Aqûb Rahêl gelekî hez kir, lema jî qayîl bû heft sala seva wê bixevite. Lê zanî çi qewimî, çaxê heft sal derbaz bûn?
Laban dewsa Rahêlê qîza xweye mezin Lêa da Aqûb. Paşê Aqûb dîsa heft sala xevitî û tenê hîngê Laban îda qîza xwe Rahêl da wî. Wan weda Xwedê dihîşt ku cem mêr çend jin hebûya. Lê niha, ji Kitêba Pîroz em hîn dibin û fem dikin, ku bal mêr gerekê tenê jinek hebe.
Destpêbûn 29:1-30.