Serhatî 39
Şivdara Harûn Bi Kulîrka Şîn Dibe
BINIHÊRE li ser vê şivdarê, yê ku bi kulîrka şîn bûye. Ev şivdara Harûn e. Bide hesavê xwe ku ev şivdar nava şevekî usa şîn bûye! Gelo çira ev yek qewimî? Ka em pêbihesin.
Cimeta îsraêlî îda gele wext di beriyêda bûn. Derbekî mêrek, navê kîjanî Qorax bû, tev Datan, Awîram û 250 mêrêd mezin di cimetêda, dişirmîş bûn ku Mûsa gerekê nav wanda serkartiyê neke, û Harûn jî gerekê kahînê pêşin nîbe. Lema jî ewana hemûşk hatin bal Mûsa û gotin: “Çira te xwe ça serkar li ser me kivş kiriye?”
Mûsa gote Qorax û hevalê wî: “Bixûrdanêd xwe tevî bixûrê hildin û sibê zû werine berbi konê Xwedê. Emê binihêrin Yahowa wê kê bijbêre”.
Roja mayîn Qorax tevî 250 hevalêd xwe hate ber Kona Pîroz. Meriyêd din jî hatibûn ber çadirêd Qorax, Datan û Awîram ku pişta wan bigirin. Wî çaxî Yahowa gele hêrs ket, û Mûsa gote wan meriya: “Ji çadirêd wan meriyêd xirav dûr kevin. Destê xwe nedine tu tiştî, yê ku yê wan in”. Cimetê gura Mûsa kirin û ji çadirêd û hebûnêd Qorax Datan û Awîram dûr ketin.
Mûsa divêje: “Çaxê erd wê ortêda vebe û hemû meriyêd xirav wê têda çelbin, wî çaxî hûnê fem bikin, Xwedê kê dijbêre”.
Gava Mûsa xeverdana xwe xilaz kir, erd di ortêda vebû. Çadirê Qorax bi hebûna wî, usa jî Datan Awîram û hemû merî yê ku pişta wan digirtin, ketine hindurê erdê û pey wanra erd hate dadanê. Çaxê meriya qare-qara wan bihîst, gele tirsiyan û digotin: “Birevin! Yanê erd wê me jî daqurçîne!”
Qorax tevî 250 hevalêd xwe hê ber kona Xwedê sekinî bûn. Wî çaxî Yahowa agir şande li ser wan û wana hemûşka şewitand. Paşê Yahowa gote Eleazerê kurê Harûn, wekî ew bixûrdanêd wan meriya hilde û ji wan devlîka çêke, seva ku gorîgehê dade. Evan devlîkêd gorîgehê dianîne bîra îsraêliya, ku xêncî Harûn û kurêd wî îzina tu kesî tune, qulix kin ça kahîn.
Lê Yahowa dixwest hê eyankira ku kahînê jibartî Harûn û kurêd wî ne. Lema jî ewî Mûsara got: “Bira her serwêrek ji berekêd Îsraêlê şivdarê xwe bînin, û ji berekê Lêwî jî bira Harûn bîne. Paşê, van şivdara di kona pîrozda ber sindoqa peymanê daynin. Şivdara wî merivî, kî wê bê jibartinê, bi kulîrka wê şîn be”.
Gelo şivdara kê wê şîn be? Roja mayîn Mûsa hat berbi konê û dît ku şivdara Harûn bi kulîrka şîn bûye! Ahan, niha tu fem dikî çira şivdara Harûn bi kulîrka şîn bû?
Jimar 16:1-49; 17:1-11; 26:10.