Serhatî 40
Mûsa Bi Şivdara Xwe Zinarê Dixe
WEKE 39 sal derbaz bibû, lê cimeta Îsraêl hê di beriyêda bûn! Nav van hemû sala Yahowa miqatî wan dibû. Ewî bi manê wana her gav têr dikir. Yahowa usa jî rê nîşanî wan dikir, rojê bi stûna ewr, şevê jî bi stûna agir. Rast e 39 sala ewana timê ji cîkî derbazî ciyê din dibûn lê kincêd wan nedimaşiyan, û nigêd wan jî nedêşiyan û nediwerimîn.
Wî çaxî, dêmek 39 sal şûnda cimeta Îsraêl paşda vegeriyan Kadeşê. Tê bîra te ku hema ji Kadeşê weke 40 salî pêşda 12 cesûs hatibûn şandinê Kenanê. Di Kadeşêda xûşka Mûsa Meryem mir. Cimeta Îsraêlê jî mîna berê destpêkirin bikine kute-kut.
Ava wan qe tune bû. Lema jî wana destpêkir şikiyatê Mûsa bikin: “Hê baş bûya em di Misirêda bimirana. Te çira me ji Misirê derxist û anî ciyê usa, ku tu tişt şîn nabe? Vira ne genim, ne hêjîr, ne tirî û ne jî hinar heye. Hela hê av jî tune ku vexwin”.
Çaxê Mûsa û Harûn çûne li konê ku dua bikin, Yahowa Mûsara got: “Temamiya cimeta Îsraêlê berbi zinar tevayî top ke, û wanara xeverda. Ezê ji zinarê êpêce av bidim, wekî têra hemû cimeta û heywana bike”.
Mûsa jî cimet temam top kir û gote wan: “Bibihên, kêmbawerno! Dixwazin, ku niha ez û Harûn ji vî zinarî wera avê derxin?” Paşê Mûsa şivdara xwe du cara zinar dixe û av ji zinar mîna kaniya mezin kişiya. Ava wan hin têra wan û hin jî têra heywanêd wan dikir.
Lê Yahowa li ser Mûsa û Harûn gele hêrs ket. Zanî çima? Çimkî wana gote cimetê, ku wê ewana xwexa wanara avê bidin, lê bi rastiyê ev kirê Yahowa bû. Wana cimet xapand û lema jî Yahowa wana sûc kir û got: “Cimeta minê ne bi serwêrtiya we bikeve Kenanê”.
Paşî vê yekê îsraêlî ji Kadeşê çûn, û hine wede şûnda hatin berbi çiyayê Horê. Vir, li serê çiyê Harûnê 123 salî mir. Cimeta Îsraêlê gele berxwe ketin û 30 rojî şîna wî dikirin. Kurê Harûn Eleazer seva miletê Îsraêlê bû kahînê pêşin.
Jimar 20:1-13, 22-29; Qanûna Ducarî 29:5.