KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 43
  • Yêşû Dibe Serkar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yêşû Dibe Serkar
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Yêşû Dijbêre
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Mûsa Bi Şivdara Xwe Zinarê Dixe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Donzdeh Cesûs
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Çevê Te li Kê ye?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 43

Serhatî 43

Yêşû Dibe Serkar

MÛSA dixwest tevî îsraêliya biçûya Kenanê. Lema jî ewî gote Xwedê: “ Yahowa, ez hîvî te dikim, ka ez jî ji çemê Ûrdunê derbaz bim û erdê baş bivînim”. Lê Yahowa got: “Bes e! Derheqa vê yekê minra îda xeber nede!” Gelo Yahowa çira usa got?

Çimkî çaxê Mûsa zinarê xist, ewî şikir nede Yahowa seva avê. Mûsa û Harûn cimet xapandin û ji wana veşartin ku ev keremet bi destê Yahowa hate kirinê. Bi vî menî Yahowa nehîşt ku Mûsa bikeve Kenanê.

Hine meha paşî mirina Harûn, Yahowa gote Mûsa: “Cimet top ke û orta wan û Eleazerê kahîn, Yêşû bide sekinandinê. Ber wan hemûşkara elametî ke, ku Yêşû wê bibe serkarê wane teze”. Li ser şikilî tê kivşê ku Mûsa hema usa jî kir.

Paşê Yahowa gote Yêşû: “Mêrxas be û netirse. Tuyê îsraêliya bivî erdê Kenan, yê ku min soz dabû wan, û ezê tevî te bim”.

Paşê Yahowa gote Mûsa, wekî ew hilkişe li ser çiyayê Nebo, yê ku di erdê Mowabêda bû. Ji vê çiyê çemê Ûrdunê rind dihate kivşê, û kêleka Ûrdunê jî Mûsa dikaribû erda Kenanê bedew ji serî heta xilazî bidîta. Yahowa Mûsara got: “Ev ew erd e, yê ku min soz dabû zuretêd Birahîm, Îshaq û Aqûb. Ez dihêlim wekî tu vî erdî bivînî, lê îzinê nadime te, ku bikevî Kenanê”.

Wî çaxî Mûsa îda 120 salî bû, lê sihet-qewata wî hê hebû, heta hê çevê wî jî rind didîtin. Wir, li ser çiyayê Nebo, Mûsayê 120 salî mir. Cimeta Îsraêl gele berxweketin û girîn ketibû nav cimetê seva mirina Mûsa. Lê ewana şa dibûn ku serwêrê wan teze hebû û seva ku Yêşû hate kivşkirinê.

Jimar 27:12-23; Qanûna Ducarî 3:23-29; 31:1-8, 14-23; 32:45-52; 34:1-12.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin