KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 29 rûp. 74-rûp. 75 abz. 2
  • Yehowa Yêşû Dijbêre

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Yêşû Dijbêre
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Yêşû Dibe Serkar
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Derbazbûna Çemê Ûrdunêva
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Cimeta Îsraêl Dikeve Kenanê
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Donzdeh Cesûs
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 29 rûp. 74-rûp. 75 abz. 2
Kahîn pê sindoqê peymanê Çemê Ûrdunê derbaz dibin

DERSA 29

Yehowa Yêşû Dijbêre

Yêşû Qanûn dixûne

Mûsa gelek sal rêberiya cimeta Îsraêl dikir, û îda emirda mezin bû. Yehowa gote wî: “Tu ne ew meriv î, yê ku gerekê cimeta Îsraêl bike Erdê Sozdayî. Lê ezê îzinê bidime te, wekî tu wî erdî bivînî”. Mûsa ji Yehowa hîvî kir, wekî merivekî din bijbêre, seva ku rêberiyê cimeta wî bike. Yehowa gote Mûsa: “Here bal Yêşû û bêje wî, wekî ewê bibe rêber”.

Mûsa gote Îsraêliya, wekî ew ber mirinê ye û Yehowa Yêşû jibart, wekî wana bive Erdê Sozdayî. Mûsa gote Yêşû: “Netirse, Yehowa wê alî te bike”. Paşî wê yekê ça Mûsa hilkişiya ser Çiyayê Nebo, Yehowa ew erd nîşanî wî kir, kîjan soz dabû, wekî bide zureta Birahîm, Îshaq û Aqûb. Mûsa 120 salî bû kengê mir.

Mûsa ber kahîna û mêrê din rêberî dide destê Yêşû

Yehowa gote Yêşû: “Çemê Ûrdunê derbaz bin û herine Kenanê. Çawa min alî Mûsa dikir, ezê usa alî te bikim. Qanûnên min her roj bixûne. Netirse. Mêrxas be. Û wê yekê bike, çi ku ezê tera bêjim”.

Yêşû du cesûs şande şeherê Erîhayê. Serê dinda, emê hê zêde pêbihesin derheqa wê yekê çi wêderê qewimî. Gava ewana vegeriyan, gotin, wekî niha wedekî baş e bikevine Kenanê. Roja din, Yêşû gote cimetê, wekî çadirên xwe top kin. Lê pêşiya cimetê ewî kahîn şand, yên ku gerekê sindoqa peymanê bivirana û biketana Çemê Ûrdunê. Çêmda av usa tije bû, wekî ji çem derdiket. Lê gava nigê kahîna kete avê, çem ziha bû! Kahîn gihîştine orta çem û sekinîn, heta ku temamiya cimetê derbazî aliyê din bûn. Çawa tu dişirmîş dibî, ew keremet kire bîra wan derheqa wê yekê, çi ku Yehowa ber Bera Sor kir?

Paşî haqas sal, Îsraêlî gihîştine Erdê Sozdayî. Wana gerekê mal û şeher ava kirana. Usa jî gerekê erd bêcer kirana, rezên tiriya û şînkaya baxçeda daçikandana. Erdê Sozdayî gelek baş bû seva jîyînê, çimkî wêderê nan-xwarin têr-tije bû, lema jî ew erd hate navkirinê erdê şîr û hingiv.

“Û wê her tim Xudan rê nîşanî te bide û li cîhê ziwa wê canê te têr bike” (Îşaya 58:11).

Pirs: Paşî mirina Mûsa, kê bû rêberê cimeta Îsraêlê? Çi qewimî ber Çemê Ûrdunê?

(Jimar 27:12-23; Qanûna Ducarî 31:1-8; 34:1-12; Yêşû 1:1–3:17).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin