Serhatî 45
Derbazbûna Çemê Ûrdunêva
BINIHÊRE! Îsraêlî çemê Ûrdunêva derbaz dibin! Lê ka ava çêm? Ne wî çaxî wedê biharê haqa baran dibare ku ava çêm gerekê tije bûya. Lê binihêre ava çêm qe tune! Îsraêlî jî çemê Ûrdunêra erdê zihava derbaz dibin, ça wextê ewana Bera Sorva derbaz bûn! Lê gelo ava çêm ça hate birînê? Were em pêbihesin.
Çaxê cimeta Îsraêlê îda hazir bû ku derbazî çemê Ûrdunê be, Yahowa ferman da Yêşû ku ew bêje cimetê: “Kahînê me gerekê sindoqa peymanê hildin û bikevine pêşiya me. Gava nigêd wan wê avê keve, ava çêm wê bê birînê”.
Kahîna sindoqa peymanê hildan û pêşiya cimetê birin. Çaxê ewana gihîştine çemê Ûrdunê, kahîn ketine avê. Ava çêm jî gele kûr bû û qayîm dikişiya. Lê gava nigêd wan avê ket, av hate birînê û miçiqî! Ev keremeteke mezin bû! Yahowa ava çêm mîna dîwar, yanê benda avê, da sekinandinê, û hine wede şûnda ava çêm temam miçiqî!
Kahîn, yê ku sindoqa peymanê dibirin, çûn di çemê zihada ortê sekinîn. Tu van kahîna li ser şikilî divînî? Bide hesavê xwe, ku heta ewana wê derê disekinîn, cimeta îsraêlî orta çemê Ûrdonêra li ser erdê ziha derbaz dibûn!
Çaxê cimeta Îsraêlê temam derbaz bûn, Yahowa ferman da Yêşû ku ew bêje 12 mêrêd qayîmra: “Herin paşda bikevne çêm bal kahîna, yê ku sindoqa peymanê digirin. Ji nêzîkî wan, 12 kevira hildin û bivin kêleka wan ciya kîderê hûnê îşev bimînin. Paşê, di axiriyêda, gava zarêd we wê we pirs kin ku ev kevir çi têne hesavê, hûnê wanra gilî kin, ça gava sindoqa peymanê çemê Ûrdunêva derbaz dibû, ava wê hate birînê. Ev kevir, vî keremetî wê bike bîra we!” Lê xêncî vê yekê Yêşû usa jî 12 kevirêd dinê hildide û datîne di çemêda, kêleka wan ciya kîderê kahîn sekinîbûn.
Xilaziyê Yêşû gote wan kahîna: “Derkevin ji çemê Ûrdunê”. Gava ewana ji çêm derketin, ava çêm paşda destpêkir bikişe.
Yêşûa 3:1-17; 4:1-18.