SERÊ 8
Cimeta Îsraêl Dikeve Kenanê
Yêşû îsraêliya dibe, wekî Kenanê zeft kin. Yahowa qewatê dide hakima, wekî ewana ji çerçirandinê cimetê xilaz kin
WEKE 470 sal pêşiya wê yekê ku cimeta Îsraêlê biketa Kenanê, Yahowa soz da Birahîm wekî erdê Kenanê bide zuretêd wî. Pê serkartiya Yêşû, cimeta îsraêlî îda hazir bûn, wekî zeft kin erdê Sozdayî.
Xwedê hesab dikir, wekî cimeta Kenanê hêjayî qirkirinê ye. Çimkî wana, erd pê qawiya xweye mirdar û bi xûnrêtina kafirî tije kiribûn. Lema jî Xwedê dixwest, wekî bajarêd Kenanê ku îsraêliya zeft kiribûn, pêda bihatana qirkirinê.
Pêşiya wê yekê ku bikevine Kenanê, Yêşû du cesûs şandin Erîhayê. Ewana cem jinekê man, navê wê Rexab bû. Rexabê zanibû wekî ewana îsraêlî ne, lê yeke ewana mala xweda hîştin û veşartin. Ewê Xwedayê îsraêliya bawer dikir, çimkî ewê bihîstibû ça Yahowa cimeta xwe xilaz kiriye. Rexabê ev cesûs dane sondê, wekî wedê şer, wê û neferêd wê sax bihêlin.
Çaxê cimeta Îsraêlê ketine Kenanê û miqabilî Erîhayê çûn, Yahowa keremet kir, dîwarêd Erîhayê hilşiyan û jorda hatin, eskerêd Yêşû ketine şeher û Erîha şewitandin. Lê Rexab û neferêd wê sax hîştin. Yêşû di nava şeş salada, erdê Sozdayî nîvê zef zeft kir. Paşê erd nav berekêd îsraêliya hatibû paravekirinê.
Çaxê Yêşû îda kal bû, ewî cimeta Îsraêl top kir û kire bîra wan, wekî Yahowa çi kiriye seva kal-bavêd wan. Paşê şîret da wana, wekî ewana qulix kin Xwedayê xwe Yahowara. Lê yeke, paşî mirina Yêşû û rûspiyêd dinêna, cimeta Îsraêl bîr kir Xwedêyê xwe, û destpêkirin xudanêd qelpra qulix kin. Weke 300 sala, cimetê guh nedida qanûnêd Xwedê, lema jî Xwedê di nava van salada îzin dida dijminêd Îsraêlê, mesele filistiyana, wekî zorê bidine wan. Lê çaxê cimetê lavaya Xwedê dikir seva alîkariyê, Xwedê hakim kifş kirin, ew bi temamî 12 hakim bûn, yêd ku cimet xilaz dikirin.
Derheqa wan weda, çaxê hakim dijîtin, di kitêba Hakimtîda tê gilîkirinê. Hakimê pêşin Otniyêl bû, lê yê paşin Şimşon, yê ku li ser erdê ji gişka qewattir bû. Qewimandin, derheqa kîjanî ku di kitêba Hakimtîda tê gilîkirinê, dîsa carekê îzbat dike, ku gura Yahowa kirin kerema tîne, lê neguhdarîkirin kul-derda.
Li ser hîmê kitêbêd Yêşû; Hakimtî; Qanûna Kahîntiyê 18:24, 25.