KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 30 rûp. 76
  • Rexab Cesûsa Vedişêre

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rexab Cesûsa Vedişêre
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Rexabê Yahowa Bawer kir
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Rexab Cesûsa Vedşêre
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Dîwarêd Erîhayê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Cimeta Îsraêl Dikeve Kenanê
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 30 rûp. 76
Rexabê cesûsa veşart û eskera şand, wekî bidine pey wan

DERSA 30

Rexab Cesûsa Vedişêre

Çaxê cesûsên Îsraêlî çûne Erîhayê, ewana mala jinekêda man, navê wê Rexab bû. Padşê Erîhayê pêhesiya û eskerên xwe şande mala Rexabê. Ewê du cesûs ser banê mala xwe veşart, lê eskerara got, wekî bidine pey wan, çimkî ewana derketin û çûn. Ewê cesûsara got: “Ezê alî we bikim, çimkî ez zanim, wekî Yehowa tevî we ye û ewî erdî wê bide we. Soz bidine min, wekî hûnê malbeta min xilaz kin”.

Cesûsa gotine Rexabê: “Em soz didine te, wekî hemû kesên, ku mala teda bin, wê ziyanê nestînin”. Wana gote wê: “Benê sor pencera xweva girêde, wekî malbeta te, bê xilazkirinê”.

Ji pencera mala Rexabê toga sor dardakirî bû û mala wê hûrdexweşî nebû çawa dîwarên Erîhayê

Rexabê alî cesûsa kir, wekî ji pencera mala wê, pê tog dakevin. Pêşiya ku herine bal Yêşû, cesûs sê roja serê çiyê xwe vedişartin. Îsraêlî Çemê Ûrdunêra derbaz bibûn û xwe hazir dikirin, wekî ewî erdî zeft kin. Erîha erdê pêşiyê bû, kîjan wana gerekê zeft kira. Yehowa gote wan, wekî nava şeş rojada, rojê carekê gerekê dora wî şeherî bizivirin. Lê roja hefta, ewana heft cara dora şeher zivirîn. Kahîna boriyê dixistin, lê eskera bi dengê qayîm dikirine qare-qar. Wî çaxî dîwarên şeher jorda hatin! Lê dîwarê mala Rexabê, tiştek pê nehat. Rexab û malbeta wê xilaz bûn, çimkî ewê baweriya xwe Yehowa anî.

“Ne usa jî Rexab . . . bi kira rast hate hesabê, gava cesûs qebûl kirin û ew rêke dinva verêkirin?” (Aqûb 2:25).

Pirs: Çira Rexabê alî cesûsa kir? Çawa Îsraêlî şeherê Erîha zeft kirin? Çi hate serê Rexabê û malbeta wê?

(Yêşû 2:1-24; 6:1-27; Îbranî 11:30, 31; Aqûb 2:24-26).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin