SERÊ 3
Rexabê Yahowa Bawer kir
Bide hesabê xwe ku em di şeherê Erîhayêda ne. Ev şeher di erdê Kenanêda ne. Di vî şeherîda meriv Yahowa bawer nakin. Û kulfet bi navê Rexab jî, li vir dijî.
Çaxê Rexab hê zar bû, ewê bihîstibû serhatiya derheqa wê yekê ku çawa Mûsa, Bera Sor kire du para, û cimeta Îsrayêlê ji Misirê derxist. Ewê usa jî bihîstibû wekî ça Yahowa alî Îsrayêliya dikir, ku di şerada dijminêd xwe alt kin. Lê niha ew dibihê ku Îsrayêlî nêzîkî Erîhayê cîwar bûne!
Rexabê cesûs veşartin, çimkî ewê Yahowa bawer dikir
Êvarekê du Îsrayêlî ketine şeherê Erîhayê, wekî dizîkava ev şeher binihêrin. Merivêd usa, têne navkirinê cesûs. Ewana hatine mala Rexabê. Ewê wana teglîf kir, seva ku di mala wêda bisekinin. Êvarê, padşê Erîhayê pêhesiya ku cesûs di şeherda nin, û ewana di mala Rexabêda sekinîne. Lema jî padşa hine merî şandin, wekî wan cesûsa bigirin. Lê Rexabê evan cesûsa, li ser baniya mala xweye pen veşart. Û wan meriyara, yêd ku padşa şandibû, Rexabê usa got: ‘Cesûs li vir bûn, lê ewana îda ji şeher derketin çûn. Hergê hûn niha pey wan kevin, hûnê wana bigirin!’ Lê tu zanî Rexab çira ewan cesûsa vedişêre?~ Çimkî ew Yahowa bawer dike, û zane ku Yahowa evî erdê Kenanê wê bike destê Îsrayêliya.
Pêşiya ku cesûs ji mala Rexabê biçûna, ewana soz dane wê, ku çaxê şeherê Erîhayê bê hilşandinê, ewê tevî malbeta xwe xilaz bin. Lê tu zanî cesûs çi wêra gotin, ku ew bike?~ Ewana gotnê: ‘Hilde toga sor û li ser pencera mala xwe darda ke. Hergê tu usa bikî, her kes kî ku wê di mala teda be, wê xilaz bin’. Rexabê hemû tişt hema usa kir, çawa ku cesûs wêra gotibûn. Lê tu zanî paşê çi diqewime?~
Yahowa, Rexab û malbeta wê xwey kir
Hine wede derbaz bû, û Îsrayêlî destpêkirin dora şeher herin-bên. Şeş roj ewana dora şeher rojê carekî diçûn-dihatin. Lê roja hefta ewana heft car dora şeher diçûn-dihatin. Hingê ewana hemûya tevayî bi dengê qayîm kirine qare-qar. Wê demê, Yahowa dîwarêd vî şeherî hilşandin. Lê ew mala ku toga sor pêva girêdayî bû, hilneşiya! Lê tu dikarî ev yek li ser şikil bivînî?~ Rexab û malbeta wê xilaz bûn!
Tu çi dikarî ji mesela Rexabê hîn bî?~ Rexab, Yahowa bawer kir çimkî ewê derheqa wî gelek tiştêd baş pêhesiya. Tu jî derheqa Yahowa gelek tiştêd baş pêdihesî. Lê tu mîna Rexabê baweriya xwe Yahowa tînî?~ Em zanin, wekî tu hema usa jî dikî!
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Yêşûa 2:1-24; 6:1-5, 14, 15, 20-25