Serhatî 46
Dîwarêd Erîhayê
GELO dîwarêd Erîhayê ji çi hûrdexweşî bûn? Usa tê kivşê tê bêjî bombekî mezin teqandin. Lê em zanin ku wan weda ne bombe ne jî sîliha tune bûn. Bi rastiyê ev keremeta Yahowa bû! were em pêbihesin ev yek ça qewimî.
Binihêre Yahowa çi divêje Yêşûra: “Tu tevî eskerêd xweva gerekê şeş roja, dora vî şeherî rojê carekî herî. Sindoqa peymanê jî timê gerekê tevî we be. Usa jî pêşiya sindoqê bira heft keşîş herin û bi stirûya boriyê xin.
Lê roja hefta hûn gerekê îda heft cara dora vî şeherî herin. Paşê bi dengê bilind boriyê xin, û bira her kes bi dengê qayîm bike qare-qar. Wî çaxî Dîwarêd Erîhayê wê bikevin û hûrdexweşî bin!”
Yahowa ça got, Yêşû û cimetê hema usa jî kirin. Wextê ewana dora şeher digeriyan, her kes ji wan dengê xwe dernedixistin û qe gilîk jî nedigotin. Tenê dengê boriyêd û gavêd wan dihate bihîstinê. De bide hesavê xwe dijminêd cimeta Xwedê, di Erîhayêda çiqas ditirsiyan. Hela dîna xwe bide li ser benê sor yê ku pencerêva dardakirî ye? Gelo ev mala kê ye? Belê, ya Rexab e. Rexab tevî malbata xwe di mala wêda top bibûn û dîna xwe didan hela wê çi biqewime.
Roja hefta, çaxê keşîş û esker dora şeher îda heft cara geriyan, wana destpêkirin qayîm boriyê xin û bikine qare-qar. Wê demê dîwarêd Erîhayê jorda hatine xwarê û hûrdexweşî bûn. Paşê Yêşû divêje: “Herin û Hemûşka bikujin, şeher û hemû tiştêd wan jî bişewitînin. Tenê zîva, zêra, sifira û hesinê wan bihêlin, seva ku van tişta bidin xizna konê Yahowa”.
Lê du cesûsara Yêşû divêje: “Herine mala Rexab, ku wê malbatê wêva ji Erîhayê derxin”. Rexab malbatê xweva xilaz bû, dêmek sozê du cesûsa hate serî.
Yêşûa 6:1-25.