Serhatî 44
Rexab Cesûsa Vedşêre
MÊRÊD ku li ser vî şikilî têne kivşê cesûsê îsraêlî ne. Ewana ketine telikê û gerekê ji wê derê birevin, yanê wê bêne kuştinê. Lê ev jin, ya ku alî wan dike, ew Rexab e. Rexab di şeherê Erîhayêda dijît. Mala wê hema di dîwarê şeherda bû. Ka em pêbihesin çira ev cesûs ketine telikê.
Cimeta Îsraêlê îda hazir bû ku derbazî çemê Ûrdunê bin û bikevine erdê Kenanê. Lê pêşiya vê yekê Yêşû du cesûs şande wê derê. Yêşû gote wan: “Herin erdê wan û şeherê Erîhayê binihêrin û cesûsiyê bikin”.
Cesûs hatin şeherê Erîhayê, û hema mala Rexab kete ber çevê wan û wana qirar kir ku herine mala wê. Wî çaxî kesek diçe bal padşê Erîhayê û wîra divêje: “Du mêrê îsraêlî îşev hatine vir, ku cesûsiyê erdê me bikin”. Çaxê padşa ev yek bihîst, ewî mêr şande mala Rexabê. Wana jî ferman dane Rexabê: “Van cesûsa yê ku hatine mala te, derxe derva!” Lê Rexabê van cesûsa di baniyê xweda veşartibû, û ewê gote wan: “Çend mêr hatibûn mala min, lê ez haş pê tune bûm ew kî ne û ji kîderê ne. Ewana çûn çaxê terî dikete erdê, û heta derê şeher hê vekirî bû. Hergê hûn lez kevin, hûnê bikaribin wana bigirin!” Û usa ev mêr revîn pey cesûsa.
Çaxê ewana çûn, Rexab leze-lez revî li ser baniya mala xwe. Ewê gote cesûsa: “Ez zanimê ku evî erdî Yahowa wê bide we. Me bihîstibû ça Xwedayê we, çaxê hûn ji Misirê revîn Bera Sor ortêda vekir, û ça Yahowa padşê Sîhon û Og kuşt. Min wera qencî kir, lema jî hîvî we dikim hûn jî minra qenciyê bikin. Dê-bavê min û xûşk birêd min xilaz kin”.
Cesûsa soz dane Rexabê, ku wê usa jî bikin, lê Rexab jî gerekê tiştek bikira. Wana gote wê: “Vî benê sor hilde û pencerêva girêde. Neferêd mala xwe temamî di mala xweda top ke. Çaxê em bên ku Erîhayê hildin, emê vî benê sor li ser pencerê bivînin û tu kes di mala teda wê nayê kuştinê”. Çaxê cesûs vegeriyan, wana hemû tişt, çi ku serê wan qewimîn, Yêşûra gilî kirin.
Yêşûa 2:1-24; Îbranî 11:31.