Serhatî 38
Donzdeh Cesûs
HELA binihêre li ser van êmîşa yê ku li ser vî şikilî tê kivşê. Ev gûşa tiriya usa mezin e, ku du merî lazim hatin wekî wî li ser şivdarê bigirin. Binihêre li ser êmîşêd dinê, mesele hinarê, çiqa baş in ewana. Lê gelo wana êmîşê usa baş ji kîderê anî? Ev êmîş wana ji erdê Kenanê anî. Tê bîra te ku Birahîm, Îshaq û Aqûb di erdê Kenanêda dijîtin. Lê paşê çaxê birçîbûn destpêbû, malbatê Aqûb derbazî Misirê bû. Niha, çaxê îda 216 sal derbaz bû, bi rêberiya Mûsa cimeta Îsraêlê gerekê paşda bibiya xweyê Kenanê. Lê niha ewana di çola Kadeşêda bûn.
Em zanin ku di Kenanêda meriyêd xirav dijîtin. Lema jî Mûsa 12 cesûs jibart û gote wan: “Herin û tê derxin, wê derê çiqa merî dijîn û çiqasî ewana qewat in. Binihêrin hela erdê wan seva çandinê baş e, yan na. Û eseyî tevî xwe hine êmîş bînin”.
Çaxê cesûs paşda vegeriyan Kadeşê, wana got: “Erdê Kenanê rastî jî erdekî gele başe”, û seva ku îzbat kin giliyê xwe wana hine êmîş nîşanî Mûsa kir. Lê 10 cesûsêd dinê digotin: “Meriyêd Kenanê gelek in û qewat in. Hergê emê bixwazin vî erdî ji wan bistînin, emê bêne kuştinê”.
Çaxê îsraêliya ev yek bihîstin, ewana gele tirsiyan. Wana digot: “Xwazil em di Misirêda bimirana, yanê hema vir di beriyêda. Ne ku em herin tevî Kenaniya şer kin û li wê derê bêne kuştinê, jin zarêd me jî bi destê wan bêne girtinê. Ka em dewsa Mûsa serkarekî teze xwera bijbêrin û paşda vegerin Misirê!”
Lê du cesûs baweriya xwe Yahowa anîn, û dixwestin meriya jî bidana bawerkirinê. Navê van cesûsa Yêşû û Kaleb bû. Wana digot: “Qe tiştekî netirsin. Yahowa wê tevî me be. Emê vî erdî hêsa bistînin”. Lê cimetê yeke guh neda wan. Wana hela hê dixwestin Yêşû û Kaleb bikuştana.
Ji vê yekê Yahowa gele hêrs ket û gote Mûsa: “Tu kes ji wan meriya yê ku 20 salî mezintir in, wê nakevine erdê Kenanê. Lê dewsa vê yekê ewana 40 salî di beriyêda wê çolê kevin, û di wê derê wê bimirin. Çimkî wana keremetêd min di Misirêda û beriyêda didît, lê wana yeke baweriya xwe min neanîn. Tenê Yêşû û Kaleb wê bikevine erdê Kenanê”.
Jimar 13:1-33; 14:1-38.