DERSA 24
Wana Sozê Xwe Neanîne Sêrî
Yehowa gote Mûsa: “Hilkişe ser çiyê. Ezê qanûnên xwe ser selên kevir lêkim û bidime te. Mûsa hilkişiya ser çiyê, 40 roja û 40 şev wêderê ma. Heta Mûsa wêderê bû, Xwedê Dehe Qanûnên ferz ser selên kevir lêkir û da wî.
Hinek wext şûnda Îsraêliya destpêkirin bifikirin, wekî Mûsa wana hîştiye. Wana gote Harûn: “Em dixwazin, wekî kesek rêberiyê me bike. Seva me xudanekî çêke!” Harûn got: “Zêrê xwe bînin cem min”. Ewî zêr heland û golika zêr çêkir. Gava cimet ew golika zêr dît, wana got: “Ev golik Xwedayê me ye, ewî me ji Misirê derxist!” Wana destpêkir serê xwe ber golikê daynin, ber direqisîn û şa dibûn. Lê gelo ew yek rast bû? Na, çimkî wana soz dabû, wekî tenê Yehowara xizmet kin. Pê kirên usa, wana sozê xwe pêpes kirin.
Yehowa kirên Îsraêliya dît û gote Mûsa: “Peyayî jêrê be, ew cimet gura min nake û serê xwe ber xudanê qelp datîne”. Mûsa ji çiyê peya bû û du kevirên qanûnê destê wîda bûn.
Gava ev ji çiyê peya bû, ewî sitrana cimetê bihîst, dît ça cimet direqise û serê xwe ber golikê datîne. Mûsa gelek hêrs ket, ewî ev du kevirên qanûnê avîte erdê û kevir hûrdexweşî bûn. Ewî derbêra ew heykelê zêr hûrdexwaşî kir. Paşê ewî Harûn pirsî: “Ewê cimetê ça karibû zorê te bike, wekî te gunekî usa kir?” Harûn got: “Hêrs nekeve. Tu xwexa ewê cimetê nas dikî. Wana xwest, wekî seva wan xudanekî çêkim, min jî zêrê wan avîte agir û golik çêbû”. Harûn gerekê usa nekira. Mûsa dîsa hilkişiya ser çiyê û ji Yehowa lava kir, wekî bibaxşîne cimetê.
Yehowa baxişande wan, yên ku dixwestin gura wî bikin. Divînî çiqas ferz bû, wekî Îsraêliya gura Mûsa bikirana?
“Gava tu sondê ber Xwedê dixwî, paş nexe wekî evê sondê bînî sêrî, çimkî ew bêaqila hiz nake. Te çi sond xweriye, bîne sêrî” (Waîz 5:4, DT).