Serhatî 35
Yahowa Qanûna Dide
PAŞÎ wê yekê, ça îsraêliya Misir hîştin, du meh derbaz bû û ewana hatin berbi çiya Sînayê, yê ku usa jî ça Horeb eyan e. Dibek tê bîra te, ku di vê ciyê Yahowa ber tûma agir Mûsara xever dabû. Cimeta Îsraêl hema ber çiyayê Sînayê konêd xwe danîn û cîwar bûn. Ewana wê derê weke salekê man.
Mûsa hilkişiya li ser çiyê û cimet jî jêrê hîviya wî bû. Li ser serê çiyê Yahowa Mûsara xever da û wîra got, ku ew dixwaze wekî îsraêlî gura wî bikin, seva ku bibine cimeta wîye delal. Çaxê Mûsa ji çiyê daket ewî îsraêliyara hemû tişt gilî kir, û wana jî got ku wê gura Yahowa bikin, çimkî îsraêliya dixwestin bibûna cimeta wî.
Wî çaxî Yahowa tiştekî ecêv kir. Ewî usa kir, ku ji serê çiyê dû kişiya, û li ser vî dûyî girme-girma teyrokê destpêbû. Yahowa cimetêra xever da û got: “Ez im Xwedayê we Yahowa, yê ku we ji Misirê derxist”. Paşê Yahowa ferman da: “Tu kesîra xêncî min qulix nakin, û serê xwe li ber xwedayêd din daneynin”.
Xêncî vê fermanê Yahowa dîsa nehe temî, yanê qanûn da cimeta Îsraêlê. Wî çaxî tirseke mezin kete dilê meriya. Lema jî wana Mûsara got: “Hê başe tu mera xever dî, çimkî em ditirsin ku hergê Xwedê wê mera xever de emê bimirin”.
Îjar Yahowa gote Mûsa: “Hilkişe li serê çiyê, û ezê du kevirê pen bidime te li ser kîjanî min qanûnêd xwe nivîsiye, seva ku îsraêlî van qanûna xwey kin”. Lema jî Mûsa dîsa derbekê çû li ser çiyê, û 40 şev û roj ew wê derê dima.
Yahowa dîsa gele qanûn da cimeta xwe, û Mûsa van hemû qanûna dinivîsî. Lê Xwedê usa jî du kevirê pen da Mûsa. Li ser van kevira, Xwedê xwexa ew 10 qanûna nivîsî, bi kîjanî ew îsraêliyara xever dabû. Ev qanûn tên navkirinê ça Dehe Temî.
Ev Dehe Temî, dêmek qanûn, gele girîng û ferz in. Lê dîsa gele qanûnêd din jî hebûn, yê ku Xwedê da îsraêliya. Yek ji wan qanûna ev e: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe”. Ya din jî mîna vê bû: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike”. Kurê Xwedê, Îsa Mesîh got ku ev du temî pêşin û herî mezin in, yê ku Yahowa da seva cimeta xwe îsraêlî. Hine wede şûnda emê derheqa Xwedê û Kurê wî, usa jî derheqa hînkirina wan hê zêde pêbihesin.
Derketin 19:1-25; 20:1-21; 24:12-18; 31:18; Qanûna Ducarî 6:4-6; Qanûna Kahîntiyê 19:18; Metta 22:36-40.