Serhatî 30
Tûmek Bi Agirva Dişixulî
MÛSA hilkişiya li ser çiyayê Horeb, ku pezêd wî biçêrin. Li wir ewî tûmê agirpêketî dît, yê ku nedişewitî!
“Ev çi ecêv e” Mûsa dişirmîş bû. “Na, ez gerekê herime nêzîkî wî, ku hê rind bivînim”. Çaxê Mûsa nêzîkî tûmê bû, dengek ji tûmê hat, yê ku digot: “Nêzîkî vir nebe. Çarixêd xwe bêxe, çimkî tu li ser erdê Pîroz sekinî yî”. Bi rastiyê Xwedê wîra xeber dida bi milyaketekî xwe, lema jî Mûsa ser çevê xwe dada.
Paşê Xwedê got: “Min dît ku cimeta min di Misirêda zelûliyêda ne. Lema jî ezê wana xilaz kim, û ez hema te dişînim ku cimeta min ji Misirê derxî”. Yahowa wê wana bîne welatê Kenan, yê ku erdekî gele baş û bedew bû.
Lê Mûsa got: “Ez kî me ku bikaribim evê yekê bikim? Lê hergê ez herim jî, îsraêlî wê minra bêjin: ‘Kî tu şandî vira?’ Wî çaxî ezê çi bêjim?”
Xwedê wîra got: “Tuyê wanara usa bêjî: ‘YAHOWA Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, ez şandim cem we’”. Yahowa serda zêde kir: “Ev e navê min heta-hetayê”.
Wî çaxî Mûsa cava xweda got: “Lê hergê ez bêjim ku te ez şandime û ewana wê min bawer nekin?”
Xwedê wî pirs kir: “Ev çi ye li destê teda?”
Mûsa got: “Ev şivdar e”.
“Wî bavêje erdê” Xwedê gote wî. Çaxê Mûsa şivdar avîte erdê, şivdar bû mer. Paşê Yahowa dîsa keremetek nîşanî wî kir. Xwedê got: “Destê xwe têke nav sîngê xwe”. Mûsa usa jî kir û çaxê destê xwe ji sîngê derxist, destê wî mîna berfê qerqaş bû! Tê bêjî nexweşiya kotîbûnê wî ket. Paşê Xwedê îda qewat da Mûsa, ku ew xwexa keremeta sisiya bike. Xilaziyê Xwedê got: “Çaxê tu van keremeta li ber îsraêliya bikî, ewana wê bawer kin ku rastî jî min tu şandî”.
Paşî vê yekê Mûsa vegeriya mal û gote Yetro: “Hîvî te dikim, bihêle ez herim Misirê ku pêbihesim halê meriyêd min ça ne”. Yetro wîra got ku bi xêr û silamet here, û Mûsa karê xwe kir û kete riya Misirê.
Derketin 3:1-22; 4:1-20.