KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 29
  • Çira Mûsa Ji Misirê Direve

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Mûsa Ji Misirê Direve
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Tûmek Bi Agirva Dişixulî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Tûm bi Agir Dişixule
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 29

Serhatî 29

Çira Mûsa Ji Misirê Direve

BINIHÊRE ça Mûsa ji Misirê direve. Lê tu van meriya yê ku pey wî ketine divînî? Gelo çira ewana dixwazin wî bikujin? Were em cava van pirsa pêbihesin.

Mûsa di mala padşê Misirêda mezin bû. Ew bû merîkî gele bîlan û girîng. Mûsa zanibû ku bi rastiyê dê-bavê wî helal dîlê îsraêlî ne, û ew jî îsraêlî ye, ne ku ji misiriya.

Rojekê, çaxê Mûsa îda 40 salî bû, ew dixwest pêbihesiya hela cimeta wî çi rojêda ne û ew gele berxweket, çimkî misiriya zorbetî îsraêliya dikirin. Çaxê ewî dît ku yek ji misiriya dîlê îsraêlî dikute, ew dor-berê xwe nihêrî, dît ku kes wî navîne û hilda usa mêrê misirî xist ku ew mir. Paşê Mûsa hilda û wî di qûmêda veşart.

Rojeke din Mûsa dîsa çû cem cimeta xwe. Ew dişirmîş dibû ku wê bikaribe alî wan bike, wekî ewana ji dîltya xwe xilaz bin. Lê çaxê Mûsa dît ku du mêrêd îsraêlî hev dixin, ewî gote yê neheqra: “Tu çira birê xwe dikutî?”

Ewî jî cava xwe da: “Kî te li ser me ça serwêr û hakim kivş kiriye, yan tu dixwazî min jî mîna wî misirî bikujî?”

Çaxê Mûsa ewan giliya bihîst tirs kete dilê wî. Ewî fem kir ku cimet, derheqa kirêd wî îda pêhesiya. Çaxê Firewin jî pêhesiya, ewî mêr şand ku Mûsa bikujin. Lema jî Mûsa ji Misirê revî.

Mûsa ji Misirê gele dûr çû, û welatê Mediya cîwar bû. Wê derê ew rastî malbata Yetro hat û tevî qîzeke wî, Tsîppora, zewicî. Mûsa bû şivan û miqatî pezêd Yetro dibû. Mûsa 40 salî şeherê Mediyayê jît û îda bû 80 salî. Rojekê, çaxê ew ber pêz bû, tiştekî nebûyî û keremet serê wî qewimî, bi raziya çi jî emirê wî temam hate guhastinê. Dixwazî pêbihesî ev tiştê nebûyî çi bû? Wekî usa ne, veke belgê mayîn û bixûne.

Derketin 2:11-25; Karêd Şandiya 7:22-29.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin