KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 17 rûp. 46-rûp. 47 abz. 2
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Mûsa Di Biçûktayêda Tê Xilazkirinê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Çira Mûsa Ji Misirê Direve
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 17 rûp. 46-rûp. 47 abz. 2
Qîza Firewin Mûsayê biçûk dît, Meryem dîna xwe dide wê yekê

DERSA 17

Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke

Misirêda malbeta Aqûb ça Îsraêlî nas dikirin. Paşî mirina Aqûb û Ûsiv, Misirêda Firewinekî din destpêkir serwêrtiyê bike. Gava ewî dît, wekî Îsraêlî ji Misiriya zêdetir û qewattir in, ew tirsiya. Lema jî ewî safî kir Îsraêliya bike dîlê xwe. Ewî zorê wana dikir kelpîça çêkin û çolê bixebitin. Rast e, Misiriya zorê Îsraêliya dikirin xebata giran bikin, lê dîsa jî ewana hev zêde dibûn. Ew yek Firewin xweş nedihat û ewî ferman da, wekî hemû kurên wane tezebûyî bikujin. Bide ber çevê xwe, wekî Îsraêlî çiqas tirsiyan gava ew yek bihîstin?

Jineke Îsraêlîra bi navê Yokebed, kurekî bedew hate bûyînê. Ewê xwest zara xwe ji qeziyê xwey ke, ewê kurê xwe kire sevetê û nava qamûşê Çemê Nîlda veşart. Wî çaxî xûşka wî Meryem dîna xwe didayê, hela çi wê serê birê wê biqewime.

Hinek wext şûnda qîza Firewin hat, wekî Çemê Nîlda xwe avê xe û sevet ser avê dît. Gava ewê sevet vekir, kurekî biçûk têda dît, kîjan ku digiriya û ewê gunê xwe wî anî. Hingê Meryemê got: “Dixwazin ez gazî kulfetekê kim, wekî ew zarê wera mezin ke?” Gava qîza Firewin qayîl bû, Meryem çû pey diya xwe. Qîza Firewin gote wê: “Ewê zarê hilde û bona min mezin ke û ezê heqê te bidime te”.

Mûsa direve

Gava zar hine mezin bû, Yokebed wî anî bal qîza Firewin. Qîza Firewin navê wî danî Mûsa û çawa kurê xwe mezin kir. Mûsa hate mezinkirinê ça kurê Firewin û her tişt çi ku dixwest dikaribû bikira. Lê ewî tu car Yehowa bîr nedikir. Çimkî zanibû, wekî ew Îsraêlî ye, ne ku Misirî ye. Lema jî ewî safî kir Yehowara xizmet ke.

Kengê Mûsa 40 salî bû, ewî safî kir alî cimeta xwe bike. Gava Mûsa dît ça mêrekî Misirî dîlê Îsraêlî dikute, ewî usa sert Misirî xist ku ew mir. Paşê Mûsa cinyazê wî nava qûmêda veşart. Gava Firewin derheqa wê yekê pêhesiya ewî xwest Mûsa bikuje. Lê Mûsa revî çû welatê Midyayê. Wêderê Yehowa bona wî xem dikir.

“Bi baweriyê Mûsa . . . nexwest ku kurê qîza Firewin bê hesabê. Ew fikirî, ku hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire” (Îbranî 11:24, 25)

Pirs: Misirêda hindava Îsraêliya çi cûreyî bûn? Çira Mûsa ji Misirê revî?

(Destpêbûn 49:33; Derketin 1:1-14, 22; 2:1-15; Karên Şandiya 7:17-29; Îbranî 11:23-27).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin