KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 27
  • Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsraêlî Bera Sorva Derbaz Dibin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Şeş Belayên Din
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Sê Belayên Pêşiyê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 27

Serhatî 27

Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike

HELA binihêre li ser wan mêra, yê ku xevatçiya dikutin! Ewana xevatçiya zorê didine xevatê. Ev xevatçî meriyêd Aqûb in, yê ku hatine nav kirinê ça Îsraêlî. Lê ew, yê ku wana dixin, misirî ne. Îsraêlî di Misirêda bûne dîl. Gelo ev yek ça qewimî?

Malbata Aqûb di Misirêda gele sal xêr silamet dijîtin. Ûsiv di Misirêda merîkî mezin bû û ew miqatî wan dibû. Lê paşwextiyê çaxê Ûsiv û Firewinê baş mirin, di Misirêda Firewinê teze hate kivş kirinê, yê ku îsraêliya hez nedikir.

Ev Firewinê xirav îsraêliya kire dîl. Ewî li ser wan serwêra kivş kir, yê ku gele bêrem bûn. Ewana bi zorbetiyê xevateke giran û çetin îsraêliya didane kirinê. Îsraêlî Firewinra şeher gerekê ava kirana. Lê cimeta Îsraêl yeke ji ber hev zêde dibûn, û misiriya destpêkirin bitirsin, ku îsraêlî dikarin ji wan hê zêde bin û hê qayîm bin.

Lema jî Firewin xever da tevî wan jina, yê ku wedê bûyîna zara alî jinêd Îsraêlî dikirin. Gelo ewî çi gote wan? Firewin got: “Hûn gerekê her kurekî îsraêlî, yê ku teze wê bêne bûyînê, bikujin”. Lê ev jinêd baş gunê xwe zara dianîn û wana nedikuştin.

Paşî vê yekê Firewin îda hemû meriyara ferman da: “Hûn gerekê hemû kurêd biçûk nav Îsraêliya bigirin û bikujin. Bira nav wan tenê qîz bimînin”. Çiqas fermaneke bêxudêtî ye, usa nîne? Were em pêbihesin yek ji van kura ça xilaz bû.

Derketin 1:6-22.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin