KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 20 rûp. 52-rûp. 53 abz. 3
  • Şeş Belayên Din

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Şeş Belayên Din
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Sê Belayên Pêşiyê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Mûsa Û Harûn Tên Cem Firewin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 20 rûp. 52-rûp. 53 abz. 3
Tije kulî

DERSA 20

Şeş Belayên Din

Mûsa û Harûn çûne bal Firewin, wekî elametiya Xwedê derbazî wî kin: “Hergê tu cimeta min bernedî, ezê mêşên mezin bişînim ser welatê te. Mêşên mezin diketine hemû malên Misiriya, ça malên kesîba usa jî yên dewletiya. Temamiya welat tije mêşên mezin bûn. Lê erdê Goşenêda, kîderê Îsraêlî diman, mêşên mezin tune bûn. Destpêbûyî ji bela çara ziyan digihîşte tenê Misiriya. Firewin ber Mûsa û Harûn lava kir: “Yehowara bêjin bira me ji wan mêşên mezin xilaz ke. Û ezê cimeta wî berdim”. Lê gava Yehowa mêşên mezin kuta kir, Firewin poşman bû. Gelo ew yek bona Firewin bû ders?

Yehowa got: “Hergê Firewin cimeta min bernede, heywanên Misiriya wê nexweş kevin û hişk bin”. Roja din heywanên wan yek pey yekê hişk dibûn. Lê heywanên Îsraêliya hişk nedibûn. Dîsa jî Firewin ser ya xwe sekinî, û fikirên xwe neguhast.

Paşê Yehowa gote Mûsa, wekî ew dîsa here bal Firewin û koziyê berbi ezman bireşîne. Hewa Misirêda xirab bû, çimkî kozî, temamiya erdê girt. Ji bo wê yekê, cimeta Misiriya û heywanên wan, giran nexweş ketin, çimkî bedena wan destpêbû kotî be. Paşî wan hemû tişta Firewin dîsa jî îzin neda, wekî Îsraêlî herin.

Bela 4 heta 6 Misirêda: mêşên mezin, heywan hişk dibûn, nexweşiya kotîbûnê

Yehowa dîsa Mûsa şande bal Firewin, seva ku derheqa gotinên wî bêje: “Tu heta niha cimeta min bernadî? Sibêh teyrok wê bibare”. Roja din Yehowa teyrok, birûsk û agir şande ser erdê. Tiştekî usa pêşda Misirêda tu car neqewimî bû. Hemû bax û şînkayî ziyan standin, xêncî erdê Goşen. Firewin got: “Lava Yehowa bike, wekî ewê yekê bide sekinandinê! Paşê hûn dikarin rabin û herin”. Lê gava teyrok û baran sekinî, Firewin fikirên xwe guhast.

Mûsa got: “Niha kulî hemû şînkayên ku paşî teyrokê mane, wê bixwin”. Mîlyone kulî destpêkirin qira her tiştî bînin, çi ku çolêda û ser baxa mabû. Firewin destpêkir lava bike: “Bêje Yehowa bira wan kuliya ji me dûrxe”. Lê dîsa jî paşî wê yekê çaxê Yehowa Misirî ji kuliya xilaz kirin, yeke Firewin cimet berneda.

Yehowa gote Mûsa: “Destê xwe berbi ezman bilind ke”. Hema wê demê ezman reş bû û terî kete erdê. Sê roja Misiriya nikaribûn tu tişt û tu kes bidîtana. Tenê bal Îsraêliya ronkayî bû.

Bela 7 heta 9 Misirêda: teyrok, kulî, terî kete ser erdê

Firewin gote Mûsa: “Tu û cimeta te dikarin herin. Lê heywanên xwe vira bihêlin”. Mûsa got: “Em gerekê heywanên xwe tevî xwe bivin, wekî Xwedêra bikine qurban”. Firewin gelek hêrs ket, kire qare-qar û got: “Bicemin herin! Hergê ez we dîsa vira bivînim, hûnê bêne kuştinê”.

“Hûnê firqiya orta merivê rast û merivê xirab bivînin, orta xizmetkarê Xwedê û yên ku jêra xizmet nakin” (Malaxî 3:18, DT).

Pirs: Dîsa kîjan bela Yehowa anî serê Misiriya? Çida ew bela cude dibin ji sê belayên pêşiyê?

(Derketin 8:20–10:29).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin