KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 31
  • Mûsa Û Harûn Tên Cem Firewin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mûsa Û Harûn Tên Cem Firewin
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Sê Belayên Pêşiyê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Şeş Belayên Din
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 31

Serhatî 31

Mûsa Û Harûn Tên Cem Firewin

ÇAXÊ Mûsa hate Misirê, ewî derheqa hemû keremetêd Xwedê, birê xweyê Harûnra gilî kir. Paşê, wana ev keremet nîşanî îsraêliya kir, û temamiya cimetê bawer kirin ku Yahowa tevî wan e û piştovanê wan e.

Mûsa û Harûn çûn bal Firewin, û wîra gotin: “Yahowa Xwedayê îsraêliya divêje: ‘Cimeta min berde, ku ewana bikaribin sê roja di beriyêda serê xwe li ber min daynin’”. Lê Firewin got: “Ez Yahowa nas nakim. Û îsraêliya jî bernadim”.

Firewin gele hêrs ket, çimkî cimeta Îsraêl dixwest xevata xwe bihîşta, wekî Yahowara qulix kira. Lema jî Firewin bi zorbetiyê hê zêde wana dida xevatê. Wî çaxî cimeta Îsraêl destpêkirin Mûsa sûcdar kin, ku seva wî ewana haqas cefa dikişînin, û Mûsa gele ber xwe diket. Lê Yahowa wî dil germ kir: “Qe ber xwe nekeve, ezê usa bikim, ku Firewin cimeta min wê berde”.

Mûsa û Harûn dîsa çûn bal Firewin. Îjar wana îda keremet nîşan kirin. Harûn şivdar avîte erdê û şivdar bû merekî mezin. Lê paşê aqilbendêd û koçekêd Firewin jî şivdar avîtin û şivdarêd wan jî bûne mer. Lê binihêre! Merê Harûn merêd wan kuçeka dadiqurçîne. Lê Firewin yeke cimetê berneda.

Lema jî Yahowa safî kir, ku dersekî bide wî, seva ku Firewin ciyê xwe bizanibe. Tu zanî Xwedê çi kir? Ewî 10 bela, dêmek 10 kul û derda, şande ser Misir.

Paşê her belekî Firewin gazî Mûsa dikir û digote wî: “Van bela bide sekinandinê, û ezê îsraêliya berdim”. Lê her gav çaxê bela disekinîn, Firewin pêra-pêra poşman dibû û nedihîşt ku îsraêlî herin. Lê çaxê îda bela 10-ha hate serî Firewin axiriya-axiriyê cimeta Îsraêl berda.

Lê tu her yek ji wan 10 bela zanî? Belgê mayîn veke, ku xwera hîn bî.

Derketin 4:27-31; 5:1-23; 6:1-13, 26-30; 7:1-13.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin