KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 19 rûp. 50-rûp. 51 abz. 2
  • Sê Belayên Pêşiyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sê Belayên Pêşiyê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Mûsa Û Harûn Tên Cem Firewin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Şeş Belayên Din
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Mûsa Safî Dike Yehowara Xizmet ke
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • 10 Bela Misirê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 19 rûp. 50-rûp. 51 abz. 2
Mûsa û Harûn ber Firewim sekinî ne

DERSA 19

Sê Belayên Pêşiyê

Îsraêlî pê xebata giran diçerçirandin û çawa dîl didane xebatê. Yehowa Mûsa û Harûn şande bal Firewin, wekî bêjine wî: “Cimeta min berde, wekî beriyêda minra xizmet kin”. Lê Firewinê kubar-babax got: “Minra yeke Yehowa çi dibêje, ez Îsraêliya bernadim”. Paşî wê yekê Firewin zorê Îsraêliya kir, wekî hê zêde bixebitin. Wî çaxî Yehowa Firewin ceza kir. Zanî çi cûreyî? Ewî deh bela anî serê Misiriya. Yehowa gote Mûsa: “Firewin gura min nake. Sibehê zû ewê ber devê Çemê Nîl be. Here cem wî û bêjê, seva wê yekê ku tu cimeta Îsraêl bernadî, Çemê Nîl wê pêda bibe xûn”. Mûsa gura Xwedê kir û çû cem Firewin. Firewin dît, wekî Harûn pê şivdara xwe Çemê Nîl xist û çem bû xûn. Bîna genî ji çem dihat, mesiyê têda mirin û tu kesî nikaribû ava Çemê Nîl vexwe. Lê dîsa jî, Firewin Îsaraêlî bernedan.

Paşî heft roja, Yehowa dîsa Mûsa şande bal Firewin, wekî bêjê: “Hergê tu cimeta min bernedî, Misirêda wê tije beq bin”. Harûn şivdara xwe bilind kir û welat tije beq bûn. Ewana diketine malên meriya, nav cî-nivîn û derdanên wan. Hemû ciya beq bûn. Firewin gazî Mûsa kir û gotê, wekî ew lavaya Yehowa bike, ku vê belayê bide sekinandinê û soz da, wekî wê Îsraêliya berde. Yehowa ew bela da sekinandinê, û Misiriya destpêkirin wan beqên mirî topî ser hev kin. Temamiya welatda bîna genî dihat. Lê vê carê jî, Firewin cimet berneda.

Îjar Yehowa gote Mûsa: “Harûn gerekê şivdara xwe toza erdê xe û ewê bibe vizik, dêmek mêşên biçûk”. Û temamiya welatê Misirêda tije vizik bûn. Cimeta Firewin gote wî: “Ew bela ji Xwedê ye”. Lê wê carê jî Firewin îzin neda, wekî Îsraêlî herin.

Sê balayên pêşiyê ji dehe bala, yên ku Misirêda bûn: Çemê Nîl bû xûn, beq û vizik

“Ezê vî carî destê xwe û qudreta xwe yî di ser her tiştîda ye ji wanra bidim nasîn û wê bizanibin ku, navê min [Yahowa ye, DT]” (Yêremya 16:21).

Pirs: Sê belayên pêşiyê çi bûn? Çira Yehowa ew bela anî ser Misiriya?

(Derketin 5:1-18; 7:8–8:19; Nehemiya 9:9, 10).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin