Serhatî 32
10 Bela Misirê
BINIHÊRE ser şikil. Her şikilek nîşanî me dike wan dehe bela, yê ku Xwedê li ser Misirê anî. Li ser şikilê pêşin tu dikarî bivînî ça Harûn şivdar çemê Nîl dixe. Paşî vê yekê ava Nîl bû xûn. Mesiyê çemê temam mirin û ji çemê Nîl bîna mirdar dihat.
Paşê Xwedê usa kir, ku ji çemê Nîl beq derdiketin. Ewana gelek bûn û diketine mala hemû meriya, nav cî û nivînêd wan, nav firne û ser textêd wan, ewana di hemû ciyada bûn. Çaxê beq mirin, misiriya wana cîkî top kirin û di temamiya welatîda bîna genî dihat.
Paşê Harûn şivdar erdê xist û vizik ji toza erdê derketin. Ewana ça mîna textebîtiya biçûk, meriyava dizeliqîn û wana digestin. Vizik di Misirêda bela sisiya bû.
Belêd dinê li ser îsraêliya îda bela nedibûn, lê tenê li ser misiriya. Bela çara ev mêşêd mezin bûn, yê ku bi komva diketine mala hemû misiriya. Bela pênca tenê li ser heywana bela bû. Gelek dewar, pez û bizin di Misirêda mirin.
Wedê bela şeşa Mûsa û Harûn toza erdê hildan û li ser hewa reşandin. Ji vê yekê nexweşiya xirav bela bû, ça li ser meriya usa jî li ser heywana.
Paşî vê yekê Mûsa destê xwe berbi ezmana hilbirand û Yahowa ji ezmana birûsk û teyroka qayîm şande erdê. Di Misirêda tofanê usa qayîm tu car tune bûne.
Wedê bela heyşta kuliyêd mezin di Misirêda tije bûn. Pêşiya vê yekê di Misirêda haqa kulî tu car tune bûne. Wana qira hemû tiştî, yê ku paşî teyrokê mabû, anîn.
Lê wedê bela neha terî kete erdê. Sê roja di temamiya welatda terî-terîstan bû. Lê cimeta Îsraêl di nav ronayêda bûn.
Xilaziyê, Xwedê gote cimeta xwe ku ewana xûna bizina cahil, yan jî xûna bexika deriyê xwe xin. Paşê milyaketê Xwedê derbazî temamiya Misirê dibû û kîderê xûnê didît destê xwe nedida wan. Lê deriyê kê jî bi xûnê xistî nîbû, milyaket hemû nuxriyê wan meriya û heywana dikuşt. Eva bela deha bû.
Paşî bela deha Firewin îzin da îsraêliya ku ewana herin. Temamiya cimeta Xwedê îda hazir bû ku herin, wana hema wê şevê karê xwe kir û ji Misirê derketin.
Derketin serê 7 heta 12.