KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 33
  • Îsraêlî Bera Sorva Derbaz Dibin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsraêlî Bera Sorva Derbaz Dibin
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Keremet Ber Bera Sor
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Xwedê Îsraêliya ji Dîltiyê Aza Dike
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Şeş Belayên Din
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 33

Serhatî 33

Îsraêlî Bera Sorva Derbaz Dibin

BINIHÊRE çi diqewime! Mûsa şivdar berjêrî Bera Sor kiriye. Cimeta Îsraêl xof nakin, çimkî ewana tevî Mûsa xilaz bûne. Lê Firewin û eskerêd wî di berêda dixeniqin. Were pêbihesin ça ev yek qewimî.

Ça em pêhesiyan, paşî bela 10-ha ya ku Xwedê li ser Misirê anî, Firewin cimeta Îsraêl berda. Weke 600 000 mêrê îsraêlî û jin zarêd wan Misir hîştin. Usa jî tevî wan gele meriyêd din jî derketin, çimkî wana baweriya xwe Yahowa anî. Wana hemûşka tevî xwe heywanêd xwe jî hildan.

Pêşiya wê yekê ça îsraêlî Misir hîştin, wana kinc, usa jî tiştêd zêr û zîv ji misiriya xwestin. Çimkî misirî ji bela deha gele tirsiyayî bûn, wana ker-lal hemû tişt dane îsraêliya.

Çend roj derbaz bûn û îsraêlî gihîştin bera sor û wê derê hêsa dibûn. Vê demê Firewin eskerêd xweva poşman bûn ku îsraêliya berdan. Wana digot: “Me çira dîlê xwe berda!?”

Firewin dîsa derbekî nêtê xwe guhast. Ewî leze-lez erebêd xwe bi eskerêd xweva hazir kir, û pey îsraêliya ket, bi gele eskera û hemû erebêd Misirê, nav kîjanî 600 erebêd başqe hebûn.

Çaxê îsraêlî dîtin ku Firewin bi eskerêd xweva pey wan tên, ewana gelek tirsiyan. Çimkî alîkîva Bera Sor bû û aliyê dinva jî Firewin tevî eskera, û wana nizanibû kîderê birevin xwe veşêrin. Lê Yahowa orta wan û misiriya stûna ewir çêkir, û misiriya nikaribûn ne wana bidîta û ne jî bigirtana.

Paşê Yahowa gote Mûsa, ku ew şivdarê berjêrî Bera Sor bike. Çaxê Mûsa usa kir bayê rohilatê rabû. Yahowa Bera Sor ortêda kire du kera û ava berê du aliyava mîna dîwara sekinîn.

Îsraêliya destpêkirin li ser erdê zihara derbaz bin. Seva ku bi milîona merî tevî hemû heywanêd xweva derbazî aliyê dinê bin, gele sihet lazim hat. Xilaziyê ewir ji ber çevê misiriya çû û ewana dîsa dikaribûn îsraêliya bidîtana. Çaxê misiriya dît ku îsraêlî ji wan direvin, wana da pey wan û ketine berê.

Çaxê ewana ketine berê, Xwedê çerxêd ereba şkênand. Misiriya gele tirsiyan û qûjînî dikirin: “Yahowa tevî me şer dike seva cimeta xwe, em gerekê ji vir birevin!” Lê îda gele dereng bû.

Hema vê demê Xwedê gote Mûsa, ku ew şivdarê berjêrî Bera Sor bike. Ev yek li ser şikil rind tê kivşê. Çaxê Mûsa usa kir dîwarê avê, li ser misiriya û erebêd wan, jorda hate xwarê. Hemû esker, yê ku ketibûn berê pey îsraêliya, xeniqîn. Qe yek jî sax ne ma!

De bide hesavê xwe cimeta îsraêlî çiqa şa dibûn, ku ewana xilaz bûn. Mêrê îsraêlî kulama şikirdayînê bi razîbûnê Yahowara digotin: “Yahowa bi rûmetê ser misiriya ket. Hespêd û siyarêd wan avîte berê”. Xûşka Mûsa Meryem destpêkir defê xe û jinêd din jî çev dane wê. Ewana bi şabûnê direqisîn û hin jî ew kulam digotin yê ku mêr distiran: “Yahowa bi rûmetê ser misiriya ket. Hespêd û siyarêd wan avîte berê”

Derketin serê 12 heta 15.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin