Serhatî 28
Mûsa Di Biçûktayêda Tê Xilazkirinê
BINIHÊRE ça zara biçûk tiliya kulfetê girtiye û digirî. Ev zar Mûsa ye. Lê gelo ev kulfeta bedew kî ye? Ew qîza Firewinê helale, dêmek jinmîrê Misirê ye.
Dîya Mûsa sê meha kurê xwe cem xwe vedişart, çimkî ewê nedixwest ku Misiriya wî bikujin. Lê ewê fem dikir ku rojekê zara wê yeke wê bê dîtinê. Lema jî, seva xilazkirina wî, ewê tiştê usa kir.
Ewê sevet hilda û usa çêkir ku av têda nekevê. Paşê kurê xwe Mûsa kire sevetê û berbi çemê Nîl nav qamûşê veşart. Xûşka Mûsa Meryem jî gerekê nêzîkî sevetê bisekiniya û bidîta hela wê çi biqewime.
Hine wede şûnda qîza Firewin hate ber çemê Nîl ku serê xwe bişo. Nişkêva ewê nav qamûşê sevet dît. Ewê gote xulamra: “Herin û evê sevetê minra bînin”. Çaxê qîza Firewin sevet vekir, ewê têda zareke gele bedew dît! Mûsayê biçûk digiriya, û jinmîr gunê xwe pê anî. Ewê nedixwest ku ev zar bê kuştinê.
Paşê Meryema xûşka Mûsa nêzîkî wan bû. Tu lê dikarî li ser şikilê bivînî. Meryem ji qîza Firewin pirs kir: “Dixwazî ez gazî jineke Îsraêlî bikim ku şîr bide wê zarokê?”
Ewê got: “Belê, kerem ke”.
Meryem reva-rev çû ku hemû tiştî dîya xwera bêje. Çaxê dîya Mûsa hate bal qîza Firewin, jinmîr gotê: “Ewê zarokê hilde û seva min miqatî wî be û şîr bide wî, ezê heqê te bidim”.
Usa dîya Mûsa miqatî zara xweye helal dibû. Paşwextiyê, çaxê Mûsa îda êpêce mezin bû, ewê kurê xwe da qîza Firewin. Jinmîr Mûsa kire ça kurê xweyî helal, û usa Mûsa di nav malbata Firewinda mezin bû.
Derketin 2:1-10.