KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 23 rûp. 60-rûp. 61 abz. 4
  • Îsraêlî Soz dane Yehowa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsraêlî Soz dane Yehowa
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Yahowa Qanûna Dide
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Wana Sozê Xwe Neanîne Sêrî
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Tûm bi Agir Dişixule
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 23 rûp. 60-rûp. 61 abz. 4
Îsraêlî ber Çiyayê Sînayê sekinînei

DERSA 23

Îsraêlî Soz Dane Yehowa

Ji derketina Misirê duh meh şûnda Îsraêlî gihîştine Çiyayê Sînayê û wêderê çadirê xwe lêxistin. Yehowa gazî Mûsa kir. Ew hilkişiya ser çiyê û Yehowa gote wî: “Min Îsraêlî xilaz kirin. Hergê ewana guh bidine min û qanûnên min xwey kin, wê bibine cimeta min e mexsûs”. Mûsa paşda vegeriya û Îsraêliyara got derheqa wê yekê, çi Yehowa wîra got. Gelo wana çi cab da? Wana got: “Emê her gotinên Yehowa bînin sêrî”.

Mûsa dîsa hilkişiya ser çiyê. Wêderê Yehowa gote wî: “Roja sisiya ezê tevî we xeber dim. Bêje cimetê, wekî ewana fesal bin û nêzîkî Çiyayê Sînayê nebin”. Mûsa ji çiya vegeriya û gote Îsraêliya, wekî hazir bin guh bidine Yehowa.

Îsraêlî ser çiyê birûsik û ewra reş divinin

Roja sisiya, Îsraêlî ser çiyê birûsik û ewrê reş dîtin. Usa jî wana girmîna ewra û dengê boriyê bihîstin. Paşê Yehowa agirda peyayî ser çiya bû. Gava Îsraêlî ew yek dîtin ewana tirsa lerizîn. Dû ser çiyê top bibû û çiya pêda dihejiya. Dengê boriyê hê zêde û zêde dibû. Paşê Xwedê got: “Ez Yehowa me. Serê xwe ber xudanên din daneynin”.

Mûsa dîsa hilkişiya ser çiyê û wêderê Yehowa qanûn da wî, seva cimet bizanibe çi bike û çi cûre Xwedêra xizmet ke. Mûsa ew qanûn nivîsîn û paşê Îsraêliyara xwend. Wana soz da: “Emê her gotinên Yehowa bînin sêrî”. Rast e, wana soz dane Xwedê, lê gelo paşê ew sozê xwe anîne sêrî?

“Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37).

Pirs: Ber Çiyayê Sînayê çi qewimî? Îsraêliya çi soz dan?

(Derketin 19:1–20:21; 24:1-8; Qanûna Ducarî 7:6-9; Nehemiya 9:13, 14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin