Serhatî 34
Xwarina Teze
GELO ev merî ji erdê çi top dikin? Dîna xwe bidê ev tişt mîna berfê sipî ye, zirav e û biçûk e. Lê bi rastiyê ev berf nîne, ev xwarin e.
Hê mehek jî derbaz nebibû paşî wê yekê ça îsraêlî ji Misirê derketin, û di beriyêda dijîtin. Çimkî di beriyêda xwarina wana hindik bû, wana destpêkir bi şikiyatê bêjin: “Xwazil Yahowa me di Misirêda bikuşta. Wey, wey li serê me, di Misirêda xwarina me têr-tije hebû”.
Lema jî Yahowa got: “Ezê xwarinê wera ji ezmana bibarînim”. Yahowa usa jî kir. Roja mayîn, çaxê îsraêliya dîtin ku tiştekî sipî jorda dibare, ewana hevdu pirs dikirin: “Gelo eva çi ye?”
Mûsa got: “Eva ew xwarin e, ya ku Xwedê da we ku hûn bixwin”. Meriya navê wê danîn MANA. Tema wê mîna totika pê hingiv çêkirî bû.
Mûsa gote wan: “Her kes ji we gerekê haqas top ke, çiqas dikare bixwe”. Wana jî mana her şebeq top dikirin, çimkî çaxê teva qayîm derdiket, ji germa, mana yê ku li ser erdê dima, diheliya.
Paşê Mûsa serda zêde kir: “Tu kes bira manê top neke û xwey neke seva roja sibê”. Lê hineka gura Mûsa nekirin. Zanî çi qewimî? Mana yê ku wana xwey dikir, roja din genî dibû û kurm têda tije dibûn!
Lê Yahowa gote îsraêliya ku roja şeşa, dêmek îniyê, ewana manê gerekê du car zêdetir top kin. Gelo çira ewana gerekê usa bikirana? Çimkî roja hefta Yahowa mana nedida wan, û lema jî wana gerekê hine mana seva roja hefta jî bihîştana. Lê îjar, ev mana xirav nedibû û kurm têda top nedibûn! Ev jî keremeteke Xwedê bû!
Hemû wede, çiqa îsraêlî di beriyêda bûn, Yahowa bi manê wana têr dikir.
Derketin 16:1-36; Jimar 11:7-9; Yêşûa 5:10-12.