KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 41
  • Mera Sifir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mera Sifir
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Tûm bi Agir Dişixule
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Tûmek Bi Agirva Dişixulî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 41

Serhatî 41

Mera Sifir

HELA binihêre ser stûnê. Ev mera li ser stûnê tê bêjî ya rastî ye, lê bi rastiyê ev mer ji sifir hate çêkirinê. Yahowa gote Mûsa, wekî ew mera sifir çêke û dane li ser stûna bilind, seva ku merî lê binihêrin û xilaz bin. Lê binihêre, ev merêd li ser erdê îda yê rastî ne, ewana meriya digezin û nexweş dixin wana. Gelo ev yek çira diqewime?

Ev yek qewimî çimkî cimeta Îsraêlê dîsa destpêkirin pêşberî Yahowa û Mûsa xever din. Ewana dikirine kute-kut: “Te çira me ji Misirê derxist, wekî em di beriyêda bimirin? Vira ne av heye ne jî xwarin. Em îda nikarin vê manê bixwin”.

Lê bi rastiyê, mana gele xweş bû. Yahowa bi keremetê ev mana dida wan, û usa jî bi keremetê av dida wan. Yahowa hemû aliyava miqatî wan dibû, lê wana yeke nedişikirand. Lema jî Yahowa dîwana wana kir û mera şand cem wan. Mera wana digestin û gelek ji wan meriya mirin.

Xilaziyê merî hatin bal Mûsa û gotin: “Me gune kir, çimkî me pêşberî te û Xwedê xever dida. Lavaya Xwedê bike ku van mera ji me ret ke”.

Mûsa bona meriya dua kir Xwedêra. Yahowa gote Mûsa ku ew gerekê mera sifir çêke û li ser stûnekî dane, û her kes yê ku ji mer gestî bû gerekê li ser mera sifir binihêriya. Mûsa qirara Xwedê qedand. Her kes ji wan yê ku gestî bûn, çaxê li ser mera sifir dinihêrîn pêra-pêra qenc dibûn.

Ji vê yekê em dikarin tiştekî xwera hîn bin. Her kes ji me, di tiştekîda, mîna wan îsraêliya ne, kîjana mer gestî bû. Binihêre dor-berê xwe, merî nexweş dikevin, kal pîr dibin û di axiriyêda dimirin. Ev yek lema diqewime, çimkî Adem û Hêwa pêşberî Xwedê rabûn gune kirin, û em jî gişk zuretêd wan in. Lê Yahowa xem kir, wekî em yeke bikaribin heta-hetayê bijîn.

Yahowa kurê xwe Îsa Mesîh şande erdê. Meriya Îsa li ser stûnê, yanê kênarê mix kir, çimkî wana tirê ku Îsa merîkî xirav e. Lê Xwedê kurê xwe berva da, wekî me xilaz ke. Hergê em çev didine Îsa û pey wî diçin, emê emirê heta-hetayê bistînin. Hê zêde, derheqa vê yekê emê paşê pêbihesin.

Jimar 21:4-9; Yûhenna 3:14, 15.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin