Serhatî 36
Golika Zêr
PEYÎ! Hela tu binihêre ewana çi dikin! Cimeta Îsraêlê serê xwe ber golika zêr datînin! Gelo wana çira usa kir?
Çaxê Mûsa gele wext li ser çiyê bû, cimetê got: “Em ji ku zanin çi serê Mûsa hat. Ka em xudanekî xwera çêkin, yê ku me ji erdê Misirê derxist”.
Harûn birê Mûsa got: “De bira xwestina we be. Guharê xweye zêr top kin û bînin cem min”. Çaxê wana zêr anî bal Harûn, ewî zêrê wan heland û golika zêr wanara çêkir. Wî çaxî cimetê got: “Ahan ev e Xwedayê me, yê ku me ji Misirê derxist!” Paşê, wana kêfeke mezin kir û serê xwe ber golika zêr danîn.
Çaxê Yahowa ev yek dît, ew gele hêrs ket. Xwedê Mûsara got: “Lez keve here jêrê. Cimeta Îsraêl gele şixulekî xirav dike. Wana qanûnêd min bîr kir û serê xwe li ber golika zêr datînin”.
Mûsa leze-lez peya bû, û çaxê ew îda nêzîkî wan bû, ahan ewî çi dît. Cimeta îsraêlî kulama divêjin û dor-berê golika zêr direqisin! Mûsa usa hêrs ket, ku kevirê destê xweda erdê xist û kevirêd bi qanûnva hûrdexweşî bûn. Paşê, Mûsa golika zêr paşda heland, û ev zêr mîna qûmê hûr-hûrî kir.
Îsraêliya gele tiştekî xirav kirin. Lema jî Mûsa gote hine mêra, ku şûrêd xwe hildin destê xwe. “Meriyêd neheq, yê ku serê xwe li ber golika zêr danîn gerekê bêne kuştinê”, Mûsa gote wan. Wana weke 3 000 merî kuştin! Ev qewimandin mera nîşadike, ku çiqa ferze tenê Yahowara qulix kin, ne ku xwedayêd qelpra. Usa nîne?
Derketin 32:1-35.