Serhatî 48
Gîboniyêd Aqil
GELE ji şeherê Kenanê îda hazir bûn ku pêşberî îsraêliya şer kin. Wana tirê ku wê bikaribin îsraêliya alt kin. Lê cimeta şeherê Gîbon, yê ku nêzîkî îsraêliya bû, usa dişirmîş nedibûn. Wana bawer dikir ku Xwedê alî îsraêliya dike, lema jî wana nedixwest pêşberî Xwedê şer kira. Zanî gîboniya çi kirin?
Wana qirar kirin, ku xwe usa çêkin tê bêjî ewana ji welatekî dûr tên. Çend mêra hildan kincêd rizî xwe kirin û çarixêd gele kevin pê kirin. Wana usa jî kîsê kevin hildan û nanê hişkbûyî, li ser kera rûniştin û çûn. Ewana hatin bal Yêşû û gotin: “Em ji welatekî dûr hatine vir, çimkî me bihîstibû derheqa Xwedayê we himzor, Yahowa. Em pêhesiyan derheqa hemû tişta, yê ku ewî seva we di Misirêda kir. Lema jî serkarêd me gotine me ku em hine nan xwera hildin, rê kevin, bêne cem te û tera bêjin: ‘Em xulamê te bin. Tenê soz bide ku şer nakî tevî me’. Ahan binihêre, kincêd me rêva ça maşiyane û nanê me jî ça hişk bûye”.
Yêşû û serkarêd dinê baweriya xwe wan anîn. Wana soz da ku tevî wan wê şer nakin. Lê sê roj şûnda ewana pêhesiyan ku gîbonî bi rastiyê nêzîkî wan dijîn.
Lema jî Yêşû pirs da wan: “We çira serê me xapand, ku hûn ji welatekî gele dûr hatin?”
Wana jî cava xwe da: “Çimkî, mera gotibûn ku Xwedayê we Yahowa temamiya erdê Kenanê wera soz dabû. Lema jî em tirsiyan ku hûnê me jî bikujin”. Lê îsraêliya ji sozê xwe venegeriyan, û gîboniya nekuştin. Dewsa vê yekê gîbonî îsraêliyara xulamtî dikirin.
Ji vê yekê padşê Orşelîmê li ser gîboniya gele hêrs ket. Ewî gote çar padşêd dinênara: “Werên alîkariyê bidine min, tevî gîboniya şer kin”. Wana usa jî kir. Niha pênc padşa wê herin şer tevî gîboniya. Lema jî pirsa usa pêşda tê: “Gelo ew yek ku gîbonî tevî îsraêliya peymana edilayiyê danîn, bi rastiyê aqilî bû yan na?” De were em pêbihesin.
Yêşûa 9:1-27; 10:1-5.